Diyarname
Navenda Komeleya Mafên Mirovan 20'emîn Lijneya Giştî li dar xist û hevserokên xwe ji nû ve hilbijartin. Di lijneyê de Ozturk Turkdogan û Eren Keskin careke din ji bo hevserokatiya ÎHD'ê hatin hilbiartin.
20'emîn Lijneya Giştî ya ÎHD'yê li Enqereyê li Salona Konferansê a Navenda Weqfa Haci Bektaşi Veli Anadolu Kulturê li dar ket. Lijneya Giştî ya ÎHD'ê bi diruşma "Ji paşerojê heta pêşerojê têkoşîna me ya ji bo mafên mirovan, aştî û demokrasiyê didome" li dar ket. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê delege amade bûn û deng dan. Bi yek lîsteyê hilbijartin çêbû û ev kes ji bo Lijneya Rêveberiya ÎHD'ê hatin hilbiartin:: Ozurk Turkdogan, Eren Keskin, Gulseren Yoleri, Rehşan Bataray Saman, Huseyin Kuçukbalaban, Husnu Ondul, Hatice Necla Şengul, Osman İşçi, Abdullah Zeytun, M. Tahir Saçaklidir, Metin Klavuz, Cihan Aydin, Mehmet Acettin, Nuray Çevirmen, Selahattin Okçuoglu, Mehmet Aker, Bedri Kuran, İlhan Ongor, Cemal Babaoglu, Hayrettin Pişkin, Servet Ustun Akbaba, Ercan Yilmaz, Guldane Kiliç, Hamdi Bayhan û Bulent Teme.
Ji bo Lijneya Rûmetê Reyhan Yalçindag Baydemir, Aygul Demirtaş, Cuneyt Durmaoglu, Mithat Can û İlyas Kara, ji bo Lijneya Raçavkirinê jî Ali Ekber Kaypakkaya, İsmail Boyraz vû Zeynep Ceren Boztoprak hatin hilbijartin.
Foto: MA