Amed
159 Saziyên Sivîl ên Civakî (SSC) yên li Amedê di bin pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê de hatin ba hev û ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê piştgiriya xwe eşkere kirin. SSC'yan gotin ku bombebarana hewayî zerarê dide pêvajoyê û xwestin operasyon bêne rawestandin.
Endamên SSC'yan li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat hatin ba hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê ÎHD'a Amedê Raci Bilici daxuyanî xwend, diyar kir ku hevdîtina rayedarên dewletê ku bi Ocalan re kirine û gihîştine heta radeyekê kiriye ku bi hêviyeke mezin mirov bikeve ser rêya aştiyê. Di daxuyaniyê hate gotin ku notên hevdîtinê ku di çapemeniyê de derketin, operasyonên leşkerî û êrîşa hewayê ya bi ser Qendîlê de zirarê dide pêvajoyê.