Diyarname
Nivîskar Mehmet Oncu vê carê ji fablên kurdê destaneke nivîsand û pirtûk bi navê "Destana Şêr û Pisîkê" ji MED-DER'ê derket.
Nivîskar Mehmet Oncu heta niha li ser folklora kurdî, dîsa li ser gotinên pêşiyan xebatên wî hene û ew hatine çapkirin. Ji fablên kurdî pirtûkek wî bi navê "Kulîlk û Şikevlatû" ji Weşanên Sîtavê derketibû. Oncu ji van fablan sûde wergirtiye û destaneke ji bo zarokan amade kiriye. Wî ji fablên kurdî 39 heb hilbijartine û ew bi şiklê destanî rêstine û di encamê de pirtûka bi navê "Destana Şêr û Pisîkê" derketiye holê. Pirtûka ku ji bo zarokan hatiye amadekirin ji nav weşanên komaleya Med-Derê derketiye.
Va ne ji destanê çend çarîn:
Pisik hat mal ku meyr e,
Got; ji Xwedê re xêyr e,
Xwarinek têre-têr e,
Ji pisikan re’b kêr e…
Pisikê got delalê,
Ez hatim ji newalê,
Min îro neçîr nekir,
Mam birçî û bêhalê…
Kebanî kete pê wê,
Bi şomok û şekalê,
Got; de here mirdarê,
Bi mişkan re hevalê…
Pisik di xênî firî,
Qet li paş xwe nenêrî,
Li kewaniyê xeydî,
Bazda heta dikarî…
- Destana Şêr û Pisîkê / Mehmet Oncu / Med-Der / 2021 / Destan
***
Ji bo kanala Youtubê ya Diyarnameyê:
MAIL: diyarname@diyarname.com YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname


