Diyarname
Nûbihar, ev heft sal in her sersalê ku Salnameya Kurdî amade dike û diweşîne îsal jî bi awayekî ku agahîyên wê nûjenkirî salnameya xwe derxist û gihand ber destên xwendevanên xwe.
Salnameya ku ji bo her rojê pelek û 365 pelên wê hene, di aliyên pêş û paş de gelek agahî têde hene. Di rûpelên pêş de agahiyên wekî ayetên Qur’anê û hedîsên Hz. Mihemed, gotinên pêşîyan, biwêj û xeberoşk, gotinên xweş yên navdaran, agahîyên dîrokî yên ku di wê rojê de qewimîne, wextên nimêjê yên bajarên kurdan hene.
Di rûpelên paş de jî agahiyên li ser dîroka Kurdistanê, çanda kurdan, dîroka cîhanê, jînameya (bîyografî) şexsiyetên kurd û navdarên cîhanê, bîr û bawerî û dîroka Îslamê, agahiyên li ser zanistên fenî, tendirustî, bûyerên muhîm yên cîhanî, edebiyata kurdî (çîrok, fiqre û ji klasîkên kurdî helbestên xweş û îrfanî) û edebiyata cîhanê hene.
Ji bo kartona paş jî sê cure çêkirine; di yekê de wêneyê Heskîfê, yekê de Şêx Seîd û di ya din de jî wêneyê Bedîuzzeman heye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
Tel: 0212 - 519 00 09
Mail: nubihar@gmail.com