logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Heyeta HDP'ê: Bêguman Zergelê komkujiyekî sivîl e

Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê li quntarê çiyayê Qendîlê yê ku ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hate bombekirin

  • Dîrok: 07/08/2015
  • Beş: Nûçe

ENQERE 

Heyeta HDP'ê li gundê Zergelê yê li quntarê çiyayê Qendîlê yê ku ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hate bombekirin û 8 kesên sivîl hatibûn kuştin, lêkolîn kir. Heyeta ji parlementerên HDP'ê Osman Baydemîr, Kadri Yildirim, Huda Kaya, Cîgirê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Endama LRN'ê Hatîce Altinişik pêk dihat piştî lêkolînên li gund vegeriyan Enqereyê û rapora xwe amadekirin. Raporli navenda giştî bi çapemenyê re hat parvekirin. Li salonê wêneyê 8 sivîlên hatibûn kuştin hatin daliqandin. Li ser navê Heyetê Osman Baydemîr axivî û diyar kir ku piştî hikumetê ligel agahî û daxuyaniyan hatin dayîn "qetilkirina welatiyên sivîl red kirin" heyet pêk anîn û ew çûn herêmê. Baydemîr anî ziman ku ji bo rastiyan derxin holê çûn herêmê û heyetê di navbera 4-6'ê gelawêjê de lêkolîn kir û bi şahidên bûyerê, birîndar, gundî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî, Serokwezîr Neçîrvan Barzanî û dînamîkên heremê re hevdîtin pêk anîn.

Baydemîr da zanîn ku dema li gund lêkolîn kir YNK, Yekgirti, Tevgera Azadî, Goran û hin rêxistinên din bi wan re çûn û ligel  kesên birîndar ziyaret kirin û di dema ziyaretê de Waliyê Hewlêrê Newzat Hama bi ji wan re geriya.


Bêfikar sivîl hatine qetilkirin

Baydemîr got ku bi birîndarên ji 5 salî heya 70 salî, bi hemû birîndaran re hevdîtin kirin û têkildarî komkujiyê de wisa got: "Gundê Zergelê gundkî bi hezaran sal in welatiyên sivîl lê dijîn. Li gund 37 mal, avahiya şaredariyê, mizgeft heye. Malên Selîm Hidir Emîn, Karox Hamed Emîne, Necîp Ahmet, Zagors Rojhilat xira bûne. Welatiyên li gund bi saxî xilas bûn gotin 2 roj berî bombebaranê balafirên şer ên bê mirov li heremê keşif kirin û roja bûyerê saet di navbera 4-6'an de herî hindik 3 caran hatine bombekirin..


'Yên xwestin enkazê rabikin hatin bombebarankirin'

Bombeya pêşî bombeya qazanê bû. Di encama vê bombeyê de Ayşe Muhamed Mustafa ya 70 salî jiyana xwe ji dest da. Dema gundiyan xwestin werin alîkariya Mustefa seat di 04.45'an de careke din ew hatin bombekirin. Di bombebarana duyemîn de 4 kesên dixwestin Mustafa xilas bikin hatine kuştin. Êrîşa 3'yemîn seat di 05.10'an de pêk hat. Êrîş li hemberî kesên dixwestin enkazê rakin pêk hat. Di vê êrîşê de jî 3 kesan hatin kuştin. Di êrîşa 2 saetan berdewam kir de 8 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ev yek bêguman û bê fikar komkujiyekî sivîlan e. Û ev yek ji aliyê heyeta me ve hatiye diyarkirin."

Baydemîr da zanîn ku di dema bombebarana gundê Zergelê de gundên nêz ên bin avê Bonîskan û Liwjan jî hatine valakirin û ji ber ewlehiya canê wan tuneye nêzî hezar kesî gund terikandiye. Baydemîr got ku di êrîşê de Salîh Muhammet Emîn ê ku jiyana xwe ji dest da jî ji gundê cîran bû û ji bo mêvaniyê hatibû gund û dema xwest ku xwişka xwe xilas bike jiyana xwe ji dest daye.

Baydemîr destnîşan kir ku Mehrî Azîz Welî diyar kiriye ku di êrîşê de mêrê wê Necîb Ebdullah jî hatkiye kuştin ûher wiha got ku berê jî dema Îran û Tirkiyeyê êrîş kiribû de malên wan xira bûbûn. Baydemîr got wê wisa gotiye: "Ev êrîş û bombekirin bûne qedera min."

Li Qendîlê nêzî 100 gund hene

Baydemîr diyar kir ku Qendîl ne tenê kampa PKK'ê ye, li herêma Qendîlê nêzî 100 gund hene û cihekî welatiyên sivîl lê dijîn e û di mehên havînê de hejmara kesên sivîl gelek zêde dibe.

Armanca êrîşan valakirina gundan e

Baydemîr wisa dom kir: "Bi zanebûn ev komkujî hatiye kirin. Dixwazin bi van êrîşan gundan vala bikin û gundiyan got li herêmê PKK'yî hene lê bi tu awayî nayên gundan û bi kesên sivîl re têkîliyê nadaynin û ev yek li gorî hiqûqa PKK'ê qedexe ye."

Mebûsên HDP'ê Baydemîr da zanîn ku berpirsiyarê komkujiyê Tirkiye ye û ligel vê yekê welatên muhîmat dane jî berpirsiyar in û di êrîşê de ligel komkujiyê xweza jî hatiye qetilkirin û li herêmê şewat derketiye û wiha axivî: "Êrîşên TSK'ê (Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê) yên bi komkujiya sivîlan bi dawî dibin di bin berpirsiyariya AKP'ê de pêk tên û hikumeta AKP'ê berpirsiyar e. Em derbarê rayedarên di nava van êrîşan de cih digirin serîlêdana sûcê dikin. Em dê raporê wekî daxwaznameya sûc bidin. Sîmgeya li ser muhîmatan wî welatî berpirsiyar digire."

Heke Îsraîlê gundê Fîlîstnê bombebaran kiriba we dê çi kiriba?

Baydemîr piştî raporê careke din banga bêdengkirina çekan kir û ev tişt anî ziman: "Bi zimanê salên 90'î aştî nayê çêkirin. Çareserî axaftin e, diyalog e. Li ser qatlîamê hefteyek derbas bû. Hê jî rayedarên hikimetê ev yek qebûl nekirine û ji bo vê yekê daxuyanî nedane. Ji bo parastina mafên jiyanê yên sivîlan tu daxuyanî tune ye. Li dijî sivîlan êrîş û qatlîam li ku derê cihanê û ji kê bê bila bê sûc e. Divê her kes li hemberî vê yekê derkeve. Êrîşa li dijî gundê Zergelê heke ne gundekî kurdan gundekî Filistinê ba û ji aliyê Îsraîlê ve bihata bombebarankirin gelo dê Serokomar çi bigota? Serowezîr dê çi bigota? Gelo hûn gelekî bêxwedî dibînin? Ev cografya cara yekemîn nayê bombebarankirin. Yekem car e gund nayên serobinokirin. Qatlîama Roboskî di çarçoveya rêza fermanê de pêk hat, heke yên qestên wan hene derxistina ber raya giştî, mekanîzmaya darazê bihata şixulandin dê li Zergelê pêk nehata. Heke maseya muzekareyê nehata xirakirin, dev ji aştiyê bernedana ev qatlîam dê pêk nehata. Tekana riya Komara Tirkiyeyê heye ew jî bêyî demê winda bikin vegerin maseya muzakereyê."

Osman Baydemîr got ku ew ê rapora ku amade kirine wergerînin hemû zimanên cihanê û bigihînin mekanîzmayên pêwîst. Baydemîr piştre pirsên rojnamegeran bersivand.

Baydemîr ê ku nirxandina "Ya esasî ew e ku mekanîzmayên hundirîn bikevin dewreyê û parlamento ji bo hiqûqê bikeve dewreyê dê hewldanên me hebin" kir li ser pirsekî din jî diyar kir ku di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahiyên ku jina ducanî jiyana xwe ji dest daye tune ye. 

Ayşe Mustefa li ser secadeyê qetil kirin

Ji endamên heyetê Huda Kaya jî diyar kir ku Ayşe Muhammed Mustafa a ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da dema ku nimêja serê sibehê dikir li ser secadeyê hatiye qetilkirin û wiha got: "Îqtîdara muhafazakar a ku ev qatlîam pêk aniye heye. Wekî ku dibêjin derdê me îslam e. Birêz Baydemîr pirsa heke gundekî Filistînê ba gelo dê bertekekî çawa nîşan bida kir. Em bang li her kesî dikin ku bila empatiyê bikin. Dibistan, mizgeft hatine xirakirin."

Secade û pirtûk nîşan dan

Kaya secadeya ku Ayşe Mustafa li ser nimêj kiriye û ji enqazê hatiye derxistin bi xwe re anî û nîşanî rojnamegeran da. Kaya ji bilî secadeyê pirtûkên zarokan ên ji bin enqazê derketine jî nîşan dan û nirxandina "Yên ku dibêjin em oldar in, derdê me îslam e bila bibînin kî qetilkirine" kir. 

'Tirkeye derewan dike'

Li ser pirsekî din Baydemîr ev tişt anî ziman: "Hikumeta Bexdayê êrîş şermezar kir. Yekîtiya Ereban jî êrîş şermezar kir. Rusyayê şermezar kir. Ev pevçûn her diçe ber bi parçebûnekî din ve diçe. Em ji bo cihana derve vî îfade dikin. Rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê li wir daxuyanî dabûn em gihan wan. Rêveberiya Herêmî berî ku bi me re hevdîtinê pêk bîne piştî hevdîtinê daxuyaniyên ku dane, daxuyaniyên ku Davutoglu da û got 'Barzanî piştgiriyê dide me' pûç dike. Di vî êrîşî de ev jî tê xuyakirin ku armanc ew e ku tê xwestin dînamîkên herêma Kurdistanê bînin hemberî hev. Ez bawer dikim ku dînomîkên siyasî yên kurd dê vê dafikê pûç bikin."

Baydemîr li ser pirsekî din jî anî ziman ku di êrîşê de 8 kes hatine qetilkirin û 6 mal jî bi tevahî hatine xirakirin.

Endamê Heyetê Kadrî Yildirim jî diyar kir ku Wezareta Karên Hundir ê Herêma Federal a Kurdistanê Komîsyona Lêkolînê ava kiriye û di rapora hatiye amadekirin de jî bi rapora wan ve ji sedî 95 wekî hev e. 


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Rekorek: Firotina bi ser 100 mîlyonî de!

ad

30 weşanxaneyên kurdan ên dê herin Fûarê Pirtûkan a Amedê diyar bûn

ad

Li Cizîrê jî Mala Dengbêjan vebû

ad

YE'yê bangî Tirkiyeyê kir: Tekane rê aştî ye

ad

Fransa 11'ê gulanê hin gavan diavêje

ad

Evrensel 25 salî ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname