Diyarname
Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser zêdebûna serjimariya dinyayê û guherîna kişwerê îdîayeke mezin raxist ber çavan: Di sala 2050'î de ji 5 mîlyar kesî zêdetir mirov dê nikaribin ava vexwarinê bi dest bixin.
NY'yê bi piştgiriya hin saziyan rapora "Rewşa Serwîsên Kişwerê 2021: Av" amade kir. Yek ji kesên piştgiriya raporê kiriye Sekreterê Giştî yê Saziya Meteorolojî ya Dinyayê (WMO) Petter Taalas bû. Taalas bang li hikumetên dinyayê dike ku bi awayekî cidî li ser qeyrana avê bisekinin. Taalas dibêje: "Bi guherîna kişwerê re hişkahî û rabûna lehiyê dê hebin, loma jî dê nebûna avê bibe pirsgirêke cidî. Zêdebûna serjimariya dinyayê jî bandorê li bêavbûnê dike."
Li gor raporê niha dor 2 mîlyar kesî di bidestxistina ava vexwarinê de pirsgirêkan dijin.
Rapor eşkere dike ku nebûna vê pêşî dê mirovên il Afrîkayê bixe nava xeterê. Li welatên Asyayê jî dê zêdetir baran bibare û lehî rabe.


