Diyarname
Rojnameger Merdan Yanardaş Gerînendeyê Weşanê yê kanala televîzyonê TELE1 e. Duh Yanardan di weşaneke yekser de axivî bû. Di axaftina xwe de Yanardag kana Rêberê PKK'ê Abtdullah Ocalan kiribû ku çima destûr nadin parêzer û malbat herin serdana wî. Li aliyê din jî qal kiribû ku AKP ligel Ocalan li ser pêjoyeke çareseriyê ya nû amadehî dike û gotibû ku Ocalan kesekî bi aqil e. Piştî weşan bi dawî bû polîsan Yanardag girtin bin çavan. Û îro bi sedema "Pesindana sûc û sûcdar" û "Propagandaya endamtiya rêxistinê" hat tewqîfkirin.
Piştî girtina Yanardag kurê wî Alp Yanardag peyama bavê xwe di Tele1'ê de belav kir, "Di dema hilbijartinê de kêmîna montajkirina vîdyoyan didome. Em natirsin. Çi dibe bila bibe çapemeniya azad dê huş nebe. Emê bi heman biryarî rastiyan bînin ziman."
Piştî girtina Yanardag di serî de Yeşîl Sol Partî û HDP'ê gelek alî û kesan tewqîfkirina Yanardag şermezar kir.


