Diyarname
Li dinyayê tişteke wisa dibe? Kî bawer dikir dê bi înterpolê li kesekî bigerin lê ew dê li sehayê be û fûtbolê bilîze?
Bûyer li Başûrê Amerîkayê qewimî. Li qeraxa Atlantîkê li welatê Surinam bûyer qewimî. Cîgerê Serokdewletê Surinamê Ronnie Brunswijk xwedî qlûbeke fûtbolê ye û bi formaya wê lîgê daket sehayê, 45 deqîqeyan lîst. Tiştê balkêş ne ev, ji vir wêdetir çêbûn: Ji ber bêhiqûqî tîma fûtbolê ji lîgê hat avêtin, û tiştek din: Der barê ev Cîgirê Serokdewletê Brunswijkî de biryara lêgerînê ya înterpolê hebû. Erê înterpol lê digeriya lê ew li sehayê bû û gog dilîst.
Ev lîg di bin banê CONCACAF'ê (Konfederasyona Fûtbolê ya Amerîkaya Navîn û Bakur û Karayîbê) de ye. Di vê lîgê de du tîm hatin ba hev: Inter Moengotapoe û Olimpia hatin hemberî hev. Tîma Brunswijk Inter Moengotappe bû. Brunswijk ligel tîma xwe 45 deqîqeyan lîst. Konfederasyonê bi sedema rêgezên dirustiyê binpê kiriye her du tîm ji lîgê avêtin. Ev maç 21'yê mehê hatibû lîstin û piştî têkçûna 6-0'ê, Brunswijkê li odeyê pere li lîstikvanên tîma hember belav kiribûn. Ligel ji lîgê avêtina her du tîman, konfederasyonê 3 sal lîstina fûtbolê li Brunswijkî qedexe kir.
Ya balkêş jî ew bû ku bi interpolê li Brunswijkê 60 salî digerin lê ew wekî kaptanê tîmê li sehayê bû û gog dilîst.
Brunswijk di na vŞerê Navxweyî yê Surinamê ku di navbera salên 1986-1992'yan de li dar ketibû de xebitîbû. Piştî şer wî karê koaînê kiribû û ji ber vê yekê li Hollandayê ew bi 8 salan, li Fransayê bi 10 salên cezayê hepsê hatibû cezakirin. Interpolê di sala 2020'î de der barê wî de biryara girtibê dabû lê ji ber ku Surinam hemwelatiyên xwe teslîm nake ev biryar nayê cih.
Ji Independent Tirkî hatiye girtin