Diyarname
Nivîskarê ji Spanyayê Miguel de Cervantes ku bi romana xwe "Don Kîşot" li dinyayê navdar e heta niha nediyar bû ku gora wî li ku ye. Niha hat eşkere kirin ku gora wî li Madrîdê di bin Dêra Convento de las Trinitarias de ye.
Ajansa nûçeyan a Spanyayê "EFE" li ser agahiyên ji lêkolîneran girt got ku li ser gora Cervantes nêzî salek e lêkolîn kirine û gihîştine wê encam3e.
Nûçe radigihîne ku di 23'yê avrêla 1616'an de Cervantes miriye û li ser daxwaza wî cenazeyê wî li wê derê veşartine.
Di gora min dêrê de gora li ser tîpên "M" û "C" nivîsandine aîdê Cervantes û jina wî Catalina de Salazar e.
Nêzî sal û nîv berê ew hestî hatibûn dîtin û ew ji bo lêkolînê şandibûn navenda lêkolînê. Rayedar dibêjin ku bermahî di rewşek xirab de bûn lê piştî analîzên di laboratuwaran de bi îhtîlmalek mezih ew aîdê Cervantes û jina wî ne.