Diyarname
Îro kongreya MSG'ê (Musiki Eseri Sahipleri Grubu Meslek Birligi - Yekîtiya Koma Pîşeya Berhemên Musîkî) hal lidarxistin. Hunermend Candan Erçetîn bi 429 dengan li hemberî Garo Mafyan bi ser ket.
10'emîn Lijneya Giştî ya MSG'ê îro li avahiya wan lidar ket. Li gor nûçeya Dînçer Gokçe a di Hurriyetê de Garo Mafyan ku ev 13 sal in serok û Candan Erçetîn ji bo serokatiyê bûbûn berendam. Li lijneya giştî de dema hunermend Sezen Aksu û Çelîk axivîn tansiyo bilind bû. Di dawiya dengdanê de Erçetîn 429 deng girtin û ji bo serokatî hat hilbijartin. Serokê niha Magyan di 331 dengan de ma.
Candan Erçetîn bi navê Tevgera Guherînê ya MSG'ê ket lîsteyê û hat gotin ku Sezen Aksu jî piştgiriya vê tevgerê dikir.
Di dawiya hilbijartinê de Erçetîn bû serok û ev jî ji bo rêveberiya MSG'ê hatin hilbijartin: Sami Harun Tekîn, Şakîr Askan, Mustafa Sandal, Şahap Tanju Arikan, Mustafa Beyazkuş, Ozan Dogulu, Muharrem Omer Ozgur, Asli Gokyokuş Yildirim, Buray Hoşsoz, Orhan Hakalmaz.
Piştî serketinê Erçetîn axaftina sipasiyê kir, sipasiya rêveberiya peta niha kar kiriye kir û ji mêvanan xwest ji bo wê rêveberî li çepikan bidin. Erçetîn paşê wisa got: "MSG dest bi serdemek nû dike, gelek karê me heye û li ser vê rêyê bar dikeve ser milê me hebûyan.. Ez sipasiya hemû endaman dikim. Emê hemû bi hev re MSG'ê ber bi pêş ve bibin."MSG mafê telîfê nivîskarên stranan diparêzê û hem li nav Tirkiyeyê hem li derve vê yekê tîne cih; ligel komên bi vî rengî yên li dinyayê jî di vî warî de dide û distîne.