Diyarname
Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Wezareta Karên Derve ya Qraliyeta Yekbûyî jî hemwelatiyên xwe hişyar kir ku neçin Tirkiyeyê.
Wezareta Karên Derve yê Qraliyeta Yekbûyî îro li ser malpera xwe daxuyaniyek weşand û hişyarî da hemwelatiyên xwe ku neçin Tirkiyeyê. Di malperê de ji rêwiyan xwest ligel peywirdaran hevkarî bikin û bi taybetî bajarên ku xwest hemwelatiyên wan neçin wisa rêz kirin: Amed, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Entab, Sêrt, Dêrsim, Culemêrg, Hatay û Kîlîs.
DYA'yê 10'ê vê mehê hemwelatiyên xwe hişyar kiribû. DYA'yê welatên dinyayê kirine nav 4 beşan, ji bo beşa 4'an bi temamî dibêje neçin ku di nav van de welatên wekî Yemen, Malî, Lîbya û Somalî hene. Ji bo beşa 3'yan de jî hişyarî da ku di nav vê beşê de jî welatên wekî Tirkiye, Sudan, Rusya, Venezuela, Pakistan û Guatemala hene. DYA'yê ji bo hemwelatiyên xwe diyar kir ku ger dixwazin herin Tirkiyeyê "Bila careke din bifikirin ku herin yan na".