Diyarname
Weşanxaneya Morî ku pirtûkên zarokan çap dike vê carê zarokan dibe cem bijîşk. Pirtûka bi navê "Aryen Diçe Bijîşk" ji aliyê Ridwan Polat ve hatiye nivîsandin, Ahmed Birî wêneyên wê çêkirine.
Di pirtûka ji bo zarokên biçûk de çîroka çûyîna Aryenê ya cem bijîşk heye. Serê Diya Aryenê tê odeya wê û dibêje, "Keça min sibê divê em biçin bijîşk, ji bo kontrola te ya mehane" û çîroka çûyîna cem bijîşk a Aryenê wisa dest pê dike. Û di dawiyê de jî bi van gotinan xelas dibe, "'Ezê jî bibim bijîşk' bûbû stran li ser zimanê wê."
Pirtûka ku 16 rûpel e, hemû rengîn e. Berî razanê xwendina ji bo zarokên biçûk wekî çîrokek kêrhatî ye, lê wisa dixuye ku sernav û hevoka "diçe bijîşk" ne hevokek rast e. Dikaribû bê gotin "Diçe cem bijîşk", dikaribû bêjin "Diçe nexweşxaneyê", lê "diçe bijîşk" ne rast e.
- Aryen Diçe Bijîşk / Ridwan Polat / Wêne Ahmed Birî / Weşanên Morî / Çîrok / Adar 2023 / 16 rûpel


