Diyarname
Li meclisê vê serdemê nîqaşeke gur pêk tê û qedera kurdan dê tirkek û du kurd diyar bikin.
Di vê serdemê de li Meclisa Tirkiyeyê nîqaşa herî girîng nîqaşa li ser çêkirina Zagona Bingehîn e. Ji bo xebata li ser Zagona Bingehîn ji her partiyê sê mebûs hatine diyakirin. Li ser navê BDP'ê jî sê mebûs, du jê kurd û tirkek beşdarî vê xebatê dibin. Mebûsê Amedê Altan Tan, mebûsa Batmanê Ayla Ata Akat, mebûsê Stenbolê Sirri Sureyya Onder li ser navê BDP'ê beşdarî van nîqaşan dibin.
Di çêkirina zagonê de mudexele, pêşniyar û reaksiyonên van her sê kesan dê diyarker bin. Bi gotineke din hinek jî qedera kurdan di destê van her sê kesan de ye.


