Diyarname
Welatên ereb ku van salan di warê sparê de gelek pere xerc dikin û gavan diavêjin vê carê tabloyeke navdar kirin mêvan. Tabloyê Pablo Picasso ê bi navê "Femme a la montre" li Dubaî ya Mîrektiya Erebên Yekbûyî hat pêşkêş kirin.
Tablo li hin welatên dinyayê dê bê pêşkêş kirin lê pêşî birin Dubai. Tablo rojên 25 û 26'ê mehê li Sotheby's Dubai ya li Navenda Dinyayê ya Dubaî tablo tê pêşkêşkirin.
Piştî 50 salan yekem car ji derveyî DYA'yê li cihek ev tablo tê pêşkêşkirin.
Picasso di sala 1932'Yan de ev tablo çêkiriye û yek ji berhemên girîn ê hunera modern tê hesibandin. Tablo paşê di mezatê de bê firotin û texmîn ew e ku bi ser 120 mîlyon dolarî de bê firotin.



