Diyarname
Komek ciwanên kurd ku tên cem hev û li ser pirtûkek bi kurdî şêwira xwendinê dikin, vê carê wê li ser “Gotinên Gunehkar” a Hesenê Metê şêwra xwe bikin.
Koma şêwira xwendinê xebata xwe ya şewrê li Seyr-î Meselê li dar dixin. Wan heta niha li ser “Şivanê Kurmanca” (Erebê Şemo), “Mîrname” (Jan Dost”, “Bendname” (Remezan Alan) şêwra xwe kirin û der barê pirtûkan de fikir û ramanên xwe bi hev re par ve kirin. Kom vê carê jî “Gotinên Gunehkar” a Hesenê Metê digire dest.
Şêwira ku zêdetir xwendekar beşdar dibin de her carê ji bo careke din naveke din diyar dikin û bi vî awayî dawî li şêwra xwe tînin. Ew difikirin ku di şêwreke din de jî li ser berhemên Arjen Arî bisekinin.
Şêwra vê carê ya xwendinê wê 25.04.2010’an, saet 16.00’an de li Seyr-î Meselê li dar bikeve,


