logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Keleha Marnûkê / Melakendê-Kop

Ev Keleha Marnûkê jî li ser rêya dîrokî ya Ûrartuyan e. Rêya dîrokî ya ji Tuşpayê di ser Tûxê (Tatvan) re tê di ser kele

  • Dîrok: 10/07/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Ev Keleha Marnûkê jî li ser rêya dîrokî ya Ûrartuyan e. Rêya dîrokî ya ji Tuşpayê di ser Tûxê (Tatvan) re tê di ser keleha Gulicî (Akkent / Axkend) û vê kelehê re berê xwe dide Çarşîkelta Xinzorê. Keleha Marnûkê bi qasî 4 km li başûrrojavayê gundê Melakendê ye. Ew di navbera herêma Zoxar (develan) û Marnûkê de li ser girê herî bilind ê di nava çivên çemoka Marnûkê de ye, hatiye avakirin. Li gor kadastroya Tirk li ser girê bi hejmara 1634 ye û Keleh navê xwe ji vê çemoka Marnûkê werdigire, yên keleha girê Zoxarê dibêjin jî hene. Çemoka Marnûkê ji başûrrojhilatê kelehê re tê, di başûr û rojavayê kelehê re diçerixe, berê xwe dide deşta Zoxarê (Develanê) û diçe dikeve ser çemê Melakendê ku hin jî jêre çemê Lîzê dibêjin. Mirov dikane ji ser keleha Marnûkê hetanî girê li başûrê Xinzora jêr, çiyayê Xamirpêtê, keleha Mûşê û beşeke deşta Mûşê bibîne. Her wiha keleha Gulicî (Akkent) û girên li rojhilatê çemê Melakendiyê, keleha Neynikê, Zuxrên çemê Mamî ya bendava Ûrartuyan li ser e, bibîne. Navbera keleha Marnûkê û bendava Ûrartuyan (Bendava Gawiran) 2,7 km ye.

Li Keleha Marnûka li ser girekî gelek leşkerîstratejîk e, li bakurê wê deşta mezin ya Zoxarê (Develan) ku ta ji dema Ûrartuyan vir ve çandiniyeke bi adan lê tê kirin, heye. Li başûrê kelehê jî zevî û ziyanê devera Marnûkê dirêj dibe. Arkologên pispor cara dawiyê di sala 2009 – 2014ʼan de bi lêkolîneke rû û kelehnasînê li ser kelehê û derdora wê pêkanînin. Pispor di wê baweriyê de ne ku ev Keleha taybet ji bo du armancên girîng hatiye lêkirin. Yek rêya dîrokî û karwanan parastin e. Ya dudyan jî çandiniya deşta Zoxarê û Marnûkê li gel parastin û kontrolkirin e. Her wiha ev keleh bi vê armancê hetanî hatiye gihîştiye dema Osmaniyan jî bi aliyê gelek serweriyan cuda wekî Med, Pers, Roma ve hatiye bikaranîn. Ev keleh hîç nehatiye restore kirin, çawa hatiye lêkirin wisa kirine xizmeta xwe. Ji bo raçavandina hawîrdor îro jî roleke girîng werdigire.

Doç. Dr. Hanifi Biber û Prof Dr. Rifat Çavuşoglu di navbera 2009-2014ʼan de li ser dixebitin. Xebeteke çend salan e, lê encama xebatê wan bi tevahî bi destê min neket, bes yên ji bala giştî re hatiye ragihandin bi destê min ket. Keleh li ser du berpalên cuda yê wekî sewkî hatiye lêkirin. Ango keleh ji du beşan pêk tê keleha Hindir û keleha li dor Keleha hundir li ser sewkiya Rojhilat ya fireh hatiye lêkirin. Mezinahiya der yan jî li ser sewkiya Rojhlat bi berahiyeke li dora 95×105 metreyî ye. Beşa kelehê ya li ser sewkiya Rojava teng û piçûktir e. Bi berahiyeke 50×55 m mîna kareyê xuya dike. Keleh li ser zinarên kewke hatiye lêkirin. Deriyê kelehê li Rojhilat vedibe. Mirov dikane ji aliyê çemoka Marnûkê bi rêya ku bi meyleke ji % 10 ji Rojava ber bi Rojhilat bilind dibe, piştî çivekê cardin berê xwe dide Rojava û dikeve kelehê. Ev rêya antîk li ser sewkiya di hundirê kelehê de jî li ser sewkiya Rojhilat didome.

Hem sûra li dor keleha hundir û hem jî keleha din bi kevirên Kisîni yê bi karkirinek baş û kevirên nehatine teraştin hatine lêkirin. Her wiha cih bi cîh kozikên parastinê ku wekî bircan tên xuyakirin jî di sûrên kelehê de hene. Her çendî zinarên bakur yên keleh li ser hatiye lêkirin, gelek bilind e, li ser wan zinaran jî dîwar hatiye lêkirin. Xebata li ser zinarên di dîwarên keleha hundir de hatine bikaranîn jî hetanî radeyekê dişibin sûra dorê. Dîwar bi kevirên di forma kiklopîk, yanê çend nîşk ve hatiye lêkirin. Ev teknîka lêkirina dîwaran nîşanê me dide ku keleh di destpêka Serdema Hesin de hatiye lêkirin. Yanê di salên pêşîn yên Ûrartûyan de ev keleh hatiye lêkirin. Dibe ku di dema bavê serdar Îşpunu de hatibe lêkirin. Her wiha parçeyên ferfûr û kûzên destpêka Serdema Hesin û Serdema Hesin a navîn yên li vir hatine dîtin jî vê dîtinê piştrast dikin.

Bi qasî 200 m li bakurrojhilatê Keleha Marnûkê li dora rêya dîrokî bi berhiyeke 150 x 500 m Gor û bingehên avahiyên ji dema Ûrartuyan mane hene. Mixabin ku piraniya wan bi destên gêncînegerên bêbav hatine xirakirin. Di berpalê girê zinarînê piçûk de ku li Rojavayê vê goristanê ye, goreke di zinar de wekî odeyeke piçûk heye. Mixabin ku gencînegeran beşeke wê jî rûxandine. Bê vana li heremê nîşaneyên gelek kavîlan hene, bes li benda lêkolînê ne.

Agahiyên der barê vê kelehê de bi destê min ketine, bes ev in. Hêvî dikim ku min kaniye ta radeyekê piçek be jî, hem ev erdnigariya herêmê û hem jî agahiyên der barê kelahê de ragîhînim we xwîneran. Hetanî keleheke din bimînin di nava xweşiyê de.

10.07.2020, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Du cure xwendevan: Yên berhemê, yên populîzma nivîskar

ad

Şanogerê kurd Erhan Sonmez wefat kir

ad

Zanîngeha Îstanbul Şehîr hat girtin

ad

Huseyîn Aykol hat tewqîfkirin

ad

Encamên fermî yên hilbijartina Başûr eşkere kirin

ad

Gelo başûriyan ders girt?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname