Diyarname
Li Iraqê hilbijartina herêmî heye. YNK û Goranê ji bo di hilbjartinê de bikar bînin sîparîşa şewqeyan dabû kompaniyeke li Şalpazariya Trabzonê. Şaredar Refirik Kurukiz û koma wê bi ser fabrîkeya şewqeyan çêdike de girt û şewqe şewitandin.
Li gor nûçeya "Haber61" Şaredar Kurukiz bi îdîaya yewqe ne zagonî ne ligel zabiteyan ew kom kirine û şewitandin.
Li ser şewqeyê "Kurdistan Coalition" (Koalîsyona Kurdistanê) dinivîse, loma rastî êrîşeke bi vî rengî hatiye.
Li Iraqê 10'ê meha pêşiya me de hilbijartina giştî heye, li Başûr jî YNK û Goran di bin navê "Koalîsyona Kurdistanê" de bi hev re dikevin hilbijartinê.


