Diyarname
Pirtûkeke nû ji folklora kurdî gihîşt ber destê xwendevanan, “Aqilê sivik barê giran”. Pirtûka ku Vahap Has amade kiriye ji Weşanxaneya Name derket.
Di pirtûka ku hatiye berhevkirin de meselok, pêkenok, çîrok û serpêhatî hene. Mîrê Botan û Qasidê Axê, Padîşah û Kurê Wezîr, Bav û Kur, Harûnê Reşîd û Behlûlê Dîwane, Şerê Hezretî Suleyman û Moristanan jî têde bi dehan çîrok û meseleyên li nav gel bi sedan salan hatine gotin Vahap Has di pirtûka “Aqilê sivik barê giran” dane hev û belav kirine.
Tiştên berhevkirî yên pirtûkê qîmetek wan heye, lê hin çîrokên wekî “Solên Sor”, “Bîranîna Mandelan”, “Deva Qedafî û Otela Sheratone” cihê wan di vê pirtûkê de nîn e. Edîtoran rê bida ber berhevkar û tiştên wisa jê derxista dê pirtûk bi qîmetir ba.
Vahap Has kî ye?
Vahap Has di sala 1948’an de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Piştî xwendina xwe li Mêrsîn û Stenbolê li dor 20 salan polîsê trafîkê bûye. Piştî malnişînî ji sala 1995’an heta 2004’n di nava HADEP û DEHAP’ê de cih girtiye. Bi folklorê re eleqedar e.
- Aqilê sivik barê giran / Vahap Has / Name / Folklor-Çîrok / 109 rûpel / 2022