QAMİŞLO
7′emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişloyê roja 28'ê mehê bidiruşmeya "Xwendin Ronahî ye" vebû. Dayika şehîd Herekol, Xedîce Şawîş şerît birî û pêşangehê dest pê kir.
Li gor gotina Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangehê Ebdulmecîd Xelef 60 weşanxane û saziyên çandî beşdarî pêşangehê dibin. Di pêşangehê de dor 140 hezar pirtûk têne pêşkêşkirin ku bi kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî), erebî, farisî, tirkî, fransî û îngilîzî ne.
Ji Lubnan, Urdin, Îtalya û Belçîka jî beşdarî hene. Li aliyê din îsal ji Îmarat û Misirê jî beşdar hene.
Endamê Koordînasyona Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Besam Xilo di destpêkirina fûarê de wisa got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êdî bi rêya wêjeyê bûye milkê cîhanê."
Pêşangeha ku 4 rojan dê bidomê nava rojê serê sibê saet 10'an de vedibe û heta 8'ê êvarê vekiriye.
Ligel pêşkêşkirina pirtûkan xebatên din ên çandî û gotûbêj jî hene.
Par 51 weşanxane û sazî beşdar bûbûn, îsal bi beşdariya 60 weşanxane û saziyan pêşangeh hinek din pêşketiye.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan li dar dikeve


