Diyarname
Tenîskara îngilîz Emma Raducanu a 18 salî di fînala Tenîsa Open US a 2021'ê de bû şampiyon. Ev nûbûnek e di vê kategoriyê de.
Va ne agahiyên li ser Raducanuyê:
- Lîstikvana îngilîz reqîba xwe ya kanadayî Leylah annie Fernandez bi 6-4 û 6-3 di du setan de têk bir.
- Di sala 1977'an de hemwelatiya îngilîz Virgina Wate di Open US'ê de bi ser ketibû. Ji wê demê ve duyemîn îngilîz e li wir bi ser dikeve.
2,5 MÎLYON DOLAR GIRT
- Bi vê serketinê wê 2,5 mîlyon dolar pere wekî xelat qezenc kir, Fernandeza bû duyemîn jî 1,250 mîlyon dolar pere girt.
- Lîstikvana tenîsê ku di rêzeya 150'î de ye bi vê serketinê di nav 23 saetan de ji 500 hezarî zêdetir kes ketin şopa wê ya ser tora civakî.
REKORA SHARAPOVA ŞIKAND
- Heta niha lîstikvana tenîsê ya rus Maira Sharapova wekî lîstikvana herî ciwan ku di Open US'ê de bi ser ketiye di nav dîrokê de bû lê Raducanu ev rekor ji des wê girt. Sharapova di sala 2006'an de dema 19 salî bû di Open US'ê de bi ser ketibû û bûbû tenîskara herî ciwan. Lê êdî ev pênase di destê Raducanu de ye.
VOGUE WÊ DIKE MÊVAN
- Ev serketinê rêyên din li ber wê vekirin. Ji niha de Vogue pêre peyman girêdaye ku meha pêşiya me wê bike berga xwe.


