Li Cizîrê di pevçûnên ku didomin de hejmara kesên ku hatin kuştin derket 4'yan. Kesek bi navê Eyup Ergen ku hat gotin xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye di encama gulebaranê de mir.
Li taxa Nûr a Cizîra Şirnexê pevçûn didomin. Polîsan, welatiyê bi navê Eyup Ergen ê bi wesayîta bi plaqaya 73 DV 743 ve kete taxê gulebaran kir. Ambulansa ku hate cihê bûyerê jî ji aliyê leşker û polîsan ve hate gulebarankirin û ji wir hate dûrxistin. Gel bi derfetên xwe Ergen birin nexweşxaneyê. Hat gotin ku Ergen xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ye.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di encama gulebarana leşker û polîsan de piştî ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan li navçeyê rageşî didome. Emîn Yanaş (10), Eyup Ergen (27), Mesut Sanri (39) û Baran Çagli (7) jiyana xwe ji dest dan û cenaze piştî pêşotopsiyê hate hinbûn ku dê bişînin Amedê. Fatma Tekîn û Maruf Gozugule jî piştî ku hatin dermankirin ji nexweşxaneyê derketin. Bi sedan welatî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li benda cenazeyan in, polîsan jî nexweşxane dorpêç kirine.
DÎHA


