logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Avakirina helwestên erênî beramber kurdî

Pêr gava ku min kesek piştî bi salan ji nû ve dît û ji min re got, êdî ew di kirmanckî de israr nake ji bo zarokê xwe, e

  • Dîrok: 06/03/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Luqman Guldivê

Li hawîrdor her ku diçe dengên kurmancî û kirmanckî kêm dibin. Pêr gava ku min kesek piştî bi salan ji nû ve dît û ji min re got, êdî ew di kirmanckî de israr nake ji bo zarokê xwe, ez şaş û metel mam. Lewma ji bo wî “Kirmanckî her tişt bû”. Hevjîna wî, gava ku zaroka wan a yekem ji ber zimanê xwe rastî neheqiyan û miameleya neadil a pedagogên dergûşxaneyekê tê, êdî dibizde û zarokên xwe yên din ji destpêkê ve bi almanî tercîh dike mezin bike. Lê ya ku bi rastî dilê min dax da jî ew bû ku zarok bi tirkî jî dizanin. Ango dikarin fêrî tirkî bibin, lê kirmanckî li gorî dayika wan zarokan pirsgirêk bû.

Min berê jî gelekî behsa helwesta beramberî ziman û bi dirûvkirina vê helwestê kiriye. Heman rojê rastî hevalekî din hatim ku zimanê dayikê ji bo wî girîng bû. Wî jî fêrkirina kurmanciyê ya zarokê xwe yê 3 salî ji hevjîna xwe re hiştiye, ku wê jî piştî sala duyem dev ji israra xwe berdaye. Sedema wê nizanim. Muhtemel e ku eleqeya xwe bi helwesta beramberî ziman hebe.

Erê dewletên moderen êdî ne lazim e ku yekser qededxe bikin zimanan, çêkirina helwestên mîna ya destpêkê bi dê û bavên zarokan re têrê dike ji bo ku zimanekî baskokirî bikin û paşê bikujin. Helbet ev li Almanyayê qewimî, li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê qat bi qat zêdetir diqewime. Ji bo wê, pir girîng e ku em argumanên ku helwesteke ne erênî beramberî zimanê dayikê çêdikin, pûç bikin û belav bikin. Bi nimûne û dijargumanên xurt helwestên erênî beramberî zimanê dayikê ava bikin. Berî her tiştî em zanibin ev mafê mirovan, tu eleqeya xwe bi nijadperestiya hin pedagogan nîn e. Zarok bi hêsanî dikarin fêrî zimanan bibin. Hin zarok jixwe zehmetiyê dikişînin fêrî ziman bibin, lê eleqeya vê pirsgirêkê bi yekzimanîbûn û pirzimanîbûnê re nîn e.

Her ziman mejiyê zarok ne lawaztir lê xurtir dike. Ji ber ku bi rastî jî pê diêşim ez ê dev ji dubarekirina argumanên din berdim û berê xwe bidim mijareke din. Êdî bûye adet ku hin kes li hin peyvên ku wekî resen bi nav dikin, bigerin, bibînin û parve bikin. Helbet ev ne karekî pûç e. Lê ez ê bivênevê balê bikişînim ser aliyekî bi pirsgirêk, ji ber ku ziman ne tenê deng in, ew mane ne jî. Yanî carinan ne bikaranîna peyvan, lê manedarkirina wan muhim e. Ez behsa manedarkirineke di çarçoveya diskursên modern de nakim. Hîç behsa avakirina maneyan jî nakim. Lê wekî nimûne gava em peyva palûte dixwazin bi kar bînin, bi ya min “resen”bûna peyvê ne muhim e. Ya muhim bikaranîna wê ya ku bi maneya wê ya “resen” re li hev bike, muhîm e.

Ez rabim palûteyê di maneyeke de bi kar bînim ku eleqeya wê bi kolektîfbûna ferza hebûna civakî re nîn e, hingê “resen”bûna peyvê bi xwe jî bêmane dibe, sivik dibe.

Li aliyê din tunenekirina nuansan jî di heman çarçoveyê de muhîm e; wekî nimûne hebûna nuansên welê, holê li Botanê, ya halo, wilo li Torê, derfetên îfadekirinê xurt dike. Dîsa diyarbûna nuansa bikaranîna peyvan jî muhim e. Ez ji Torê nimûneyekê bibêjim. Peyva ´awil (ewil) li wir tevî substantîfan (navan) di ezafe de nayê bikaranîn. Yanî, dibêjin, "awil ew hat”, lê nabêjin, “ew cara awil hat”. Heger navek hebe, hingê peyva “pêşî” bi kar tînin: “Ew cara pêşî hat”. Pêşî dikare li şûna awil bê bikaranîn, lê berevajiyê wê li vê deverê nabe, yan jî ez bibêjim, nedibû wê rastir be, ji ber ku di 30 salên dawî de çi guherî, ez nikarim li cihê cih bişopînim. Bi her halî hebûna nuansan derfeta îfadekirina ji hev zelal diyarkirî ya rewşên nêzî hev dide. Bi ya min tevî nuansên nû ku di pêvajoya beridîna ziman de çêdibin, wê ne şaş be mirov nuansên berê jî biparêze.

04.03.2019, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Asîmîlasyona Xwedakuj

ad

Ji aliyê siyasî û rêveberî ve pêşniyarên HDP'ê

ad

Kovara Kurt Tarîhî îdîayeke gelek mezin avêt holê

ad

Qutiya Titûnê û Çend Tişt

ad

Dîplomasiya xeta Başûr

ad

10 xweşikên dinyayê ji bo alîkariyê hatin cem hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname