Diyarname
Li bajarê Silêmaniyê bi daxwaza Bafil Talabanî dadgehê ji bo Lahor Şêx Cengî biryara binçavkirinê da.
JI HEVSEROKATÎ HETA PEVÇÛNÊ
Bafil Talabanî û Lahor Şêx Cengî her du Hevserokên YNK'ê bûn. Di kongreya YNK'ê de wekî hevserok hatibûn hilbijartin. 15'ê (tîrmehê) meha borî ji ber nîqaşa navxweyî û ji bo pevçûn çênebe Cengî dest ji Hevserokatî berda bû û hemû raye ketibûn destê Bafil Talabanî. Di heman demê de Lahur Şêx Cengî ji Polîtburoya YNK'ê xwestibû ku lêkolîneke cidî bike.
PEYAMA BI DÎMEN
Ji ser wê demê re heta niha tiştek neguherî lê her ku çû Bafil Talabanî zêdetir hêz girt destê xwe. Û duh (2'yê mehê) Lahur Şêx Cengî peyameke bi dîmen li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir û got ku ji wî xwestine ji Kurdistanê derkeve, ger dernekeve dê wî bigirin. Cengî di peyamê de wisa gotibû, "Ez dernakevim û li vir im, ezê gelê xwe bi tenê nehêlim."
ÎRO BIRYAR HAT GIRTIN
Piştî peyamê hat gotin ku dê Cengî binçav bikin. Li ser vê duh êvarê hin kesên çekdar li dor mala Lahur Şêx Cengî ji bo ewlehiya wî nobet girtin. Û îro Dadgeha Silêmanî biryara binçavkirina Cengî da. Tê gotin ku li ser daxwaza Bafil Talabanî dadgehê ev biryar daye.
...agahiyên nû bên emê belav bikin...