Yelda Ebasî xelata ‘Beriya Zêrîn’ wergirt
Merîwan
Navenda Çand û Hunera Vejîn îsal xelata kesayetiya salê ya Beriya Zêrîn da hunermanda kurd a ji Xorasanê Yelda Ebasî.
Li bajarê Merîwanê "Þeva Yelda" ji aliyê Navenda Çand û Hunera Vejîn ve rêûresmeke taybet hate pîrozkirin.
Ji Îlamê heta Makoyê, nivîskar, helbestvan û çalakvananên çandî û hunerî yên rojhilatê Kurdistanê jî di rêûresmê de amade bûn.
Di rêûresmê de xelata salane ya Beriya Zêrîn a ku didin kesayetên hilbijartî yên rojhilatê Kurdistanê, îsal dan endezyar û stranbêja kurd a ji Xorasanê Yelda Ebasî.
Yelda Ebasî xelata xwe ji destê nivîskar û dîroknasê navdar ê kurdê Xorasanê Kelîmûllah Tewahûdî wergirt.
Tewahûdî di dema dayîna xelatê de got: “Ev xelata gelê Kurdistanê berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê vê hunermendê.”
Piþtî wergirtina xelatê Yelda Ebasî jî ragihand ku ew dê zêdetir li ser pêþxistina kultur û hunera kurdî kar bike.
Di rêûresmê de her wiha xelata hevnîþtimaniya salê ya bajarê Merîwanê dane çalakgerê jîngeparêz Þerîf Bacwer.
Navenda Vejîn 6 sal in xelata Beriya Zêrîn dide kesên ku roleke bihêz di pêþxistna çand û hunera kurdî de lîstine.