Diyarname
28'emîn Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê dest pê kir. Festîval heta 19'ê mehê dê bidome.
Di festîvalê de Xelata Kedê ya Orhan Kemal ji ber keda wan a bo sînemayê didin Sevin Okyay û Ertunç Şenkay. Di festîvalê de bi navê "Ji Çûkûrovayê Heta Perdeyê Sipî Afîşên Fîlman" pêşangehek ku Serdar Kurbabaoglui amade kiribû vebû. Pêşangeh li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin e.
'DI SÎNEMAYÊ DE YAŞAR KEMAL'
Festîval ligel Weqfa Yaşar Kemal çalakiyên "Pencereya Ji Çûkûrovayê Ber Bi Dinyayê Ve Vedibe" li da dixe, îsal di bin navê "Ligel Yaşar Kemal li Çûkûrovayê ji duh heta pêşerojê" hin çalakiyan li dar dixe. 14'ê mehê li Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê bi sernavê "Di sînemayê de Yaşar Kemal" gotûbêjeke li dar bikeve. Di bin moderatoriya Mazlum Vesek de dê çalakî bi belgefîlmê "Yaşar Kemal" ku Nebil Ozgenturk amade kiriye dest pê bike. Dûre dê Lale Mansur, Doç. Dr. Aydin Çam, Prof. Dr. Cihan Erdonmez û Nebil Ozgenturk wekî axifger cih bigirin. Her wiha Turkan Şoray, Zulfu Livaneli, Arif Keskiner, Selim İleri jî wê online beşdarî gotûbêjê bibin.
FÎLMÊN PÊŞBAZIYÊ
Di festîvalê de 10 fîlmên ji Tirkiyeyê dê ji bo Gûzika Zêrîn bikevin pêşbaziyê. Fîlmê Mehmet Alî Konar "Govenda Alî û Dayika Zîn", ê Nisan Dag “Bir Nefes Daha”, ê Bariş Sarhanî “Cemil Şov”, ê Hakki Kurtuluş û Melik Saraçoglu “Dermansiz”, ê Erdal Rahmi Hana “Fuad”, ê Sinan Sertel “Îçîmdekî Kahraman”, ê Erkan Tahhuşoglu “Koridor”, ê Muhammet Çakiralî “Lacivert Gece”, ê Tufan Taştan “Sen Ben Lenin” û ê Ahmet Necdet Çupur “Yaramaz Çocuklar” di vê beşê de dê bi hev re bikevin qayişkêşanê.
Seroka juriyê Tilbe Saran e. Lîstikvan Guven Kiraç, muzîkar Feridun Duzagaç, derhêner Kivanç Sezer, derhênera dîmenê Meryem Yavuz, nivîskar Seray Şahiner û rexnegirê sînemayê Şenay Aydemir endamên juriyê ne.
Di festîvalê de pêşbaziya belgefîlman û kurtefîlman jî heye. Her wiha dê belgefîlmê "Genco" ku li ser lîstikvan Gerco Erkal hatiye kişandin jî bê nîşandayîn.
***
Nûçeya Eleqedar:
- ‘Govenda Ali û Dayika Zîn' û 9 fîlmê bînî Edene de yê