HEWLÊR
Hevserokê KNK’ê Zeyneb Murad bi daxuyaniyeke ragihand ku di encama serdanên wan ên ji bo partiyên Başûr de derket holê ku zemînek ji bo yekîtî û pêkanîna yekîtiya neteweyî heye, lê PDK bersiva wan nade.
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê Zeyneb Murad, li bajarê Hewlêrê bi daxuyaniyek çapemeniyê encamên serdanên wan yên ji bo partî, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ragihand.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad da zanîn ku di encama serdanên wan de derketiye holê ku zemînek ji bo yekîtî û pêkanîna yekîtiya netewî heye. Zeyneb Murad di dewama axaftina xwe de got: “Em di wê baweriyê de ne, bi berxwedanek neteweyî, piştgiriya dost û azadîxwazan, em dikarin hewldanên êrîş û dagirkeriyê bişkînin.”
Zeyneb Murad bal kişand ser helwesta PDK’ê ya li hemberî yekîtiya neteweyî û wiha dom kir; “Heya niha jî ji bo civînek bi me re, PDK’ê bersiva me nedaye. Me hê jî nûnerên wan nedîtine û helwesta wan ne erênî û ne jî nerêniye. Divê bi xwe bêjin ji bo çi bersiva me nadin, deriyê me ji bo hemû partî û rêxistinan vekiriye.”
Hevseroka KNK’ê di dewama axaftina xwe de qala kar û xebata KNK’ê ya du mehên dawî a li başûrê Kurdistanê kir û wiha dom kir: “Ji bo ku kurd ji vê rewşa hestiyar û metirsîdar derkevin, di nava du mehan de li başûrê Kurdistanê ji bo ku yek dengiyek derbikeve, me xebat kir. Divê em bi her awayî bikarîn dijî dagirkeran rawestin, ji ber ku herî zêde niha pêwîstiya gelê kurd bi yekîtiya neteweyî heye. Bi awayek dûr ji şerê navxweyî û şerê malwêraniyê, li ser mêzê guftugoyê dikarin dawî li pirsgirêkan bînîn û bi diyalogê çareser bikîn. Ji ber ku nebûna yekîtî û yekhelwestiyê, eniyên parastinê ên li Kurdistanê lawaz dike. Me wekî KNK’ê hewl da hemû partiyên siyasî yên kurd, fraksiyonên parlamentoyê, rêxistin, rewşenbîr, medya û rêxistinên jinan ên li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê bibînin.”
Her wiha Murad bang li partiyên siyasî, jin, ciwan û hemû azadîxwazan kir ku li hemberî dagirkeriyê û li hemberî şerê navxweyî derkevin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin


