Diyarname
Îro di pergala kompaniya teknolojiyê Microsoftê de pirsgirêkek derket û vê pirsgirêkê bandor li dinyayê kir.
Ji ber pirsgirêka teknîkî ya microsoftê ku navenda wê li DYA'yê ye, li temamê dinyayê balafirgeh, banke, nexweşxane ketin bin bandora vê pirsgirêkê. Di dan û standin, di xizmetê de antengî derketin holê.
Balafirgeha Spanyayê, kompaniyeke rêyên hewayê ya tirk, li Avustralyayê çapemenî û banke ketin bin bandora vê yekê. Ji kanalên nûçeyên ên Îngilistanê Sky News îro nekarî weşanê bike. Serokê vê saziyê David Rhodes ji ser X'ê de wisa got, "Sky News vê sibê nekarî weşana yekser belav bike. Ji ber vê pirsgirêkê em ji temaşevanên xwe lêborînê dixwazin."
Li Amstardamê berdevkê Balafirgeha Schipholê gotiğe ku em jî ketin bin bandorê, em hê nizanin ka çend hatin û çûyîn tesir jê girtine.
Li Balafirgeha Hong Kongê karen check-inê ne bi online, bi dest tene kirin.
FAA (Rêveberiya Karên Hewayê ya Federal) ya DYA'yê gotiye ku ji ber pirsgirêkê hemû rêwîtiyên bi firînê hatine rawestandin.
Di balafirgeha Îrlandayê, ya Almanyayê de hirsgirêk heye. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê gotiye ku nexweşxaneyên wan jî ketine bin bandora vê pirsgirêkê.
Borsaya Almanya û Swîsreyê jî qala tesîrê kirin.
Kompaniyê Crowsdstrike ragihandiye ku ji ber têkçûna sensora Falcon a di pergala wan Microsoftê de ev pirsgirêk derketiye, ew hay ji vê hene.


