Stenbol
Rojnameya Azadiya Welat ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" rastî mehek cezayê girtinê hat. Sedem: Wergereke şaş e.
Rojnameya Azadiya Welat ku yekane rojane weşana kurdî dike, ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Pesnê suc û sucdar daye" rastî mehek cezayê girtinê hat. 12'mîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê li gorî xala 205'an a TCK'ê biryar da û nivîsên di rûpelên 4 û 11'an de (hejmara 27'ê adarê) hinceta girtinê nîşan da. Dadgehê piştî nivîsên di rûpelên 4 û 11'an de şaş wergerî tirkî kir li gorî nivîsa şaş biryara girtina mehekê da.
Dadgehê, bi hinceta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "Rêberê Gelê Kurd" nîşan daye û nuceya notên hevdîtinê yên Ocalan kirine nûçe sedema girtina mehekê hincet nîşan da. Dadgehê, di nava paragrafa "Dîsa dibêjim, em ji bo çareseriya demokratîk, aştî û jiyana biratiyê amade ne. Ji bo vê yekê tiştên bikevin ser milê me em amade ne ku em bi cih bînin. Lê belê heger bi ser kurdan de biçin, mafê wan ê berxwedanê heye" de tenê hevaka "Lê belê heger bi ser kurdan de biçin, mafê wan ê berxwedanê heye" qut kir û bi wergera şaş a tê wateya "Ger bi ser kurdan de biçin, tevahiya kurdan dê diberxwe bidin" kir sedema girtina mehekê.
Dîsa heyeta dadgehê wergera nivîsên rûpelên 4 û 11 şaş werger kir û hevoka rûpela 4'an a "Bi pêşengiya PKK'e qehramaniya gel" wekî "Pêşengên PKK'ê qehremanên gel in" werger kir. Dîsa heyetê hevaka rûpela 11'an a "Ji bo Hêvî rojbûn, ji bo yekta şahadet" ku ji aliyê Adil Zozanî ve hatibû nivîsandin wekî "Cudahî çêbibe dê yekîtî bimre" werger ki û kir sedema girtina rojnameyê.