Diyarname
Qralîçeya muzîka popê Madonna bû karaktera xêzeromanekê. Modanna ku ev 30 sal in mohra xwe li cîhana muzîkê daye, niha li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) bû mijara xêzeromanekê.
Pirtûka ku meha pêşiya me li DYA'yê wê wekî 32 rûpelan vebe bi navê "Female Force Madonna" tê weşandin. Di xêzeromanê de li ser kêliyên jiyana Modanna tê rawestin û nîşan dide ku ew qas sal ew çawa li lûtkeya cîhana muzîkê sekiniye.