logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Lîstikên AKP û Esad li ser herêma Şehabayê

Hemleya şehîd Fermandar Fêsel Abû Leyla ya rizgarkirina Minbicê bi pêş ve diçe. Çeteyên DAIŞ´ê li navenda bajêr bi hezar

  • Dîrok: 22/06/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

TARIQ HEMO

Hemleya şehîd Fermandar Fêsel Abû Leyla ya rizgarkirina Minbicê bi pêş ve diçe. Çeteyên DAIŞ´ê li navenda bajêr bi hezaran sivîl wek mertal ji xwe re bi kar tînin, loma hêzên QSD´ê bi hesasiyet û baldarî tevdigerin. Lê bi giştî dora bajêr ji hemû aliyan ve hatiye girtin û bi sedan gund û bajarokên herema Minbicê hatine rizgarkirin. Jixwe nişticihên wê heremê hemû niha li ser kar û barê xwerêxistkirinê disekinin û meclîsên xwe yên xweser û xizmetkariyê ava dikin. Gelek ji ciwanan jî çekan radikin û tevî nava refên QSD´ê dibin.

Di hemleya rizgarkirina Minbicê de hêzên koalisyona navneteweyî li dijî terorê bi awayekî çalak beşdar bûne. Ne tenê bi riya balefirên şer, lê her weha li ser rûyê erdê bi rêya pispor û şêwirmendên eskerî ku mil bi mil li gel serkêşên QSD´ê heremê ji çeteyên DAIŞê rizgar dikin. Ji gelek welatan pispor û efser îro di nava QSD´ê de wek şêwirmend kar dikin. Ev yek hem rewametiyê dide QSD´ê û wê wek hêza hevalbendê koalîsyona navneteweyî dide xuyakirin, hem jî dewleta Tirk û AKP´ê dixe tengasiyeke mezin û komên bi wê ve girêdayî bê bandor û pûç dike. Ji ber vê yekê em dibînin ka çawa îro AKP tevlihev bûye û bûye wek Marê ku tu darekî li serî bidî, nizanibe bi kîjan alî ve bireve!

Ji bo AKP´ê û Erdogan rê li pêşiya pêşveçûnên QSD´ê bigrin û nehêlin ku ew herema Şehbayê bi temamî rizgar bike û navbera Efrîn û Kobanê veke, AKP û Erdogan li ser çend xalan lîstokeke qirêj dilîzin. AKP´ê ji çeteyên DAIŞ´ê xwest ku êrîşên xwe yên li dijî Mariye bi dawî bîne û ji komên çete yên girêdayî dewleta Tirk xwest ku hebûna xwe li herema Şehbayê zêde bikin. Ev komên cihadîst yên mîna Cebha El Nûsra, Ceyş el-Fatih, Tugaya Sultan Murad niha hebûna xwe zêde kirine û xwe qaşo mîna "Artêşa Azad" didin nasîn. AKP´ê vê dema dawî alîkariya xwe ya eskerî ji bo van hêzan zêde kir. Li gel vê yekê careke din hin komikên Kurd yên kirêkirî li dijî QSD´ê birêxistin dike. Di hefteyên bihurî de me nûçeyên damezrandina çend komên eskerî yên bi navê Kurdan diaxifin û gefan li QSD, YPG û PYD´ê dixwin, bihîst. Li bajarê Ruha jî navenda şerê taybet a AKP´ê komek ji "nivîskar" û "rewşenbîrên" û "siyasetmedarên" Kurd ên dijminên doza neteweya xwe li hev civandin û rêxistineke din bi navê "Kurdên serbixwe" ji wan ava kir. Li gorî hin şîroveyan dibe ku AKP di demên pêş de vê komê bide pêş û wê li dijî Federaliya Rojava-Bakurê Sûriye li ser asteke navneteweyî bide xebitandin. Ev kom dê peywendiyan bi hikûmet û rêxisitnên mafên mirovan û azadiya derbirînê re çêke û ji bo têkbirin û reşkirina tecrûbeya Rojava raporan bi gelek zimanan pêşkêş bike. Jixwe, yek ji vê komê ku bi salan e bi dijminatiya xwe ya li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, her weha bi têkilyên xwe yên tarî bi Cebha El Nûsra re tê nasîn, serdana Washington kir û bi alîkariya lobiya AKP´ê li wir li dijî Rojava û QSD´ê derew û iftîra belav kirin. AKP´ê niha li ser karê duristkitina "cehşên siyasî û çandî" xebateke bi lez dike. Ew dixwaze vî baskê şerê taybet li dijî Kurdan û tecrûbeya Rojava xurt bike.

Li gel van hewledanên AKP´ê yên şerê jiholêrakirina Kurdên Rojava, çeteyên DAIŞ´ê jî bi sedan ciwanên Kurd ên herema Şehbayê girt û her roj çend kesan ji wan bi tewana "alîkariya QSD" îdam dike. DAIŞ komkujiyan li dijî Kurdên vê heremê dimeşîne û vê yekê wek astengkirina rizgarkirina herema Şehbayê dibîne. Di vê navberê de, rejîma Esed jî bi alîkariya Tehranê û bi navbênkariya El Cezayrê hevdîtinan bi AKP´ê re dike û li ser bingeha dijminatiya Rojava dixwaze lihevkirnan bi encam bide.

Ji bo ev pîlan bên pûçkirin, divê komên eskerî yên herema Şehbayê hemû di zûtirîn dem de cihê xwe di nava QSD´ê de bigirin. Ew komên niha xwe mîna "Artêşa Azad" didin nasîn û destê wan neketiye nava xwîna sivîlan, divê beşdarî nava QSD´ê bibin. Jixwe, me dît ku koma çekdar ya bi navê (Afat/Til Refet) ku ji 250 şervanî pêk tê, beriya çend rojan tevlî nava refên QSD´ê bû. Eger hat û ciwanên Ereb, Kurd, Turkman yên herema Şehbayê beşdarî nava QSD´ê bûn, dê mafê wan yê rizgarkirina herema wan ji destê DAIŞ´ê û çeteyên AKP´ê rewa be û tu kes nikare ji wan re bibêje hûn kî ne, ji kû hatine û çi dixwazin? Koalîsyona navneteweyî jî wê desteka eskerî ji bo rizgakirina Şehbayê bide wan.

Jixwe kar û barê perwedekirina pêkhateya Ereb li herema Şehbayê divê bi awayekî lezgîn û profesyonel bimeşe. Divê ev herem beşdarî nava federaliya Rojava-Bakurê Sûriye bibe û bi alîkariya koalîsyona navneteweyî li dijî terorê ciwanên wê perwerdeya eskerî bibînin û bibin beşek ji QSD´ê. Jixwe, niha pêkhateya Ereb li dijî DAIŞ, AKP´ê, komên çete û siyaseta welatên Ereb yên ku şerê kirêkirî li Sûriyeyê destek dikin, bi hêrs û nifret in. Ew alîgerên federaliya Rojava, QSD û hevkariya bi koalîsyona navnateweyî ne. Federaliya Rojava ji bo Ereban şensekî mezin e, ew jî ji bo federaliyê destketiyek in. Bingeha pûçkirina siyaseta AKP´ê û çeteyên wê, yên Kurd û Ereb, îro her dema derbasbûyî xurtir û berztir e.

22.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Carlos Latuff xêz kir

ad

2 qeleparêz, 2 transferên navdar

ad

2022: Lîsteya zanîngehên herî serketî

ad

Tûrîstên alman îsal jî nayên Tirkiyeyê

ad

YEWKURD çû serdana Payîz Pirtûkê

ad

Demirtaş bersiva serokwezîr da

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname