Diyarname
Federasyona Komeleyên Pirtûkxaneyan a Navneteweyî (IFLA) "Nexşeya Pirtûkxaneyan a Dinyayê" weşand. Li gor vê di sala 2016'an de li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo 6 hezar û 300 kesî, li Tirkiyeyê ji bo 70 hezar kesî pirtûkxaneyek gel dikeve.
Pirtûkxanek ji bo çend kesî dikeve?
Hîndekarê Rêveberiya Belge û Agahî ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Bulent Yilmaz li ser daneyên "IFLA"yê agahî dan û got ku li gor vê tabloyê li Tirkiyeyê ne mimkûn e pirtûkxaneyek modern xizmetê bide. Yilmaz ji bo NTV wisa gotiye, "Li gor daneyên dawiya sala 2016'an li Tirkiyeyê hezar û 137 pirtûkxaneyên girêdayî Wezareta Tûrîzm û Çandê hene. Lê Fransaya ku serjimariya wê nêzî Tirkiyeyê ye 16 hezar û 10, li Îtalyayê 6 hezar û 42, li Almanyayê jî 5 hezar û 21 pirtûkxane hene. Polonyaya ku serjimariya wê ji Tirkiyeyê kêmtir e jî 8 hezar û 50, Romanya 2 hezar û 406, li Çekya jî 6 hezar û 245 pirtûkxaneyên gel hene. Bi deh qatî ferq hene ku ev ferqek gelek mezin e."
Hejmara xebatkarên pirtûkxaneyan
Yilmaz li ser xebatkarên pirtûkxaneyan jî wisa gotiye: "Li Tirkiyeyê di sala 2017'an de 3 hezar û 490 xebatkar hene ku ji van tenê 584 pirtûkxaneger in lê li Fransayê 30 hezar xebatkar, li Almanyayê 11 hezar, li Polonyayê 14 hezar û li Spanyayê 13 hezar xebatkarên pirtûkxaneyan hene."
Divê çend pirtûkxane hebana?
Prof. Dr. Yilmaz li ser bi deyn birina pirtûkan jî ev agahî daye: "Di sala 2016'an de li Almanyayê nêzî 315 mîlyon, li Tirkiyeyê 9 mîlyon pirtûk hatine birin. Li gor serjimariyê divê li Tirkiyeyê 12 hezar û 693 pirtûkxaneyên gel hebana lê tenê hezar û 137 heb hene. Li YE'yê
Ji bo pêşxistina pirtûkxaneyan jî Yilmaz dibêje ku pêdivî bi stratejî û politîkaya dem kurt, dem navîn û dem dirêj heye û vê lê zêde dike: "Li Tirkiyeyê pêdivî bi stratejî û nêrînek 10, 25 û 50 salan heye. Bi nêzîktêdayîna rojane û şexsî tenê çareserî nabe. Bi taybetî hejmara pirtûkxaneyan û xebatkarên wê pirsgirêkek krîtîk e. Li nav pirtûkxaneyên gel her çiqas xizmetek baş û niyetek baş hebe jî bi vî awayî nikare kedê bide çand û perwerdehiya gel. Bi vî awayî bidome di pêşerojê de dê pirtûkxane bi têkçûnê re rû bi rû bimînin."