Diyarname
Duh êvarê di Maçên Hevtêkbirinê yên Ewropayê yên Kûpaya Cîhanê de Wales û Belçîka hatin hemberî hev. Lê mêvanek hebû: Mişkek ket nav sehayê, li bendê man heta ew derkeve.
Dema mişk ket nav sehayê, maç hate rawestandin. Qeleparêzê Real MAdridê yê belçîkî Thibaut Courtois xwest mişkî biqufile lê nikarî. Paşê lîstikvanê Walesê Brennan Johnson hat û mişk ji sehayê qewirand. Pêre dîmenên balkêş derketin holê.
Ji bo skorê: Mêvan Belçîka di maçê de bi 4-2 bi ser ket û pûanên xwe derxistin 14'an. Di dawiya maçên 6'an de Belçîka 14, Makedonyaya Baıkur 13, Wales 10, Kazakistan xwedî 7 pûanan e. Lihtenştayn qet pûan^ne wê tune ne. Makedonya û Kazakistanê 7 maç lîstine.


