Qoroya Serxweþê Zimên
Þengul Ogur
Dibêjin…Dê kurd bi mîlyonan dakevin qadan, doza zimanê xwe bikin.
Dê çalakiyan pêk bînin.
Dê diruþmeyan biqêrînin.
Dê zarok, xort, keç, dê û bav bi hev re, mil bi mil strana kurdiyê bilorînin.
Dê ji piþaftin û xwepiþaftinê re bibêjin, Êdî Bes e!
Rast?! Ma ew roj hat gelo?!
Bi rastî jî emê bibêjin, Êdî Bes e?!
Emê "êdî" bi zimanê xwe biaxivin, emê bixwînin û emê binivîsinin bi zimanê xwe?!
Ev daxwaz dê li meydanan nemîne ne?!
Dê li kuçeyan nemînê ne?!
Dê li ser nivîsên afîþ û dîwaran nemîne na?!
Ez dixwazim..! "na"yekê bibihîzim -wilo nehîte -ji dengê koraya deh hezarên serxweþê zimanê xwe!
Dixwazim..! "na"yekê bibihizîm û bimrim îþev!
Lê...dile min dike gulpe gulp, hêstirêk ji lûleya xwe pekiyayî
Xwe li kevîka çavê min dide, diteqe
Û min dikuje…dikuje ev tirs!
Lê ku li wir sêwî bimînê rojnameyek, kovarak, pirtûkek?!
Lê ku gotin, "ne guzel bi eylemdî" (çi çalakiyeke baþ bû) çalakvanan?!
Aha wî çaxî, ezê bimirim
Ku di berbeyaniyê de nebihisim, roj baþ
Ku xweþtiviyê ne bihîst, ji te hez dikim delalam
Darbesta min li milê we ye ey gelê min
Û darbesta we li milê min ê mirî
Emê bimeþin ber bi tariya zemanan
Li termê hev bigerin kor kor
Emê li dengê hev bigerin kerr kerr
Roja mehþerê
Ji yezdanê dilovan bexþînê hêvî bikin
Lê Yezdan dê wiha kerem bike:
"min da we zimanê zemanan
We, belê we, jehr kir zimanê zeman
Û hûn! hatin lanet kirin
Qewirîn ji bihuþt û rehma yêzdan
Heta hetayê hûnê di zemên de li xwe bigerin
Bi kerrî û lalî’’
Em...Em ên tawanbar
Serê me diber me de
Her bifikirin
Her bifikirin
Bifikirin..!