Diyarname
Li Sûriyê di 12'yê berfanbara îsal de hilbijartina herêmî li dar dikeve.
Rêveberiya Sûriyê ji aliyekê ve li hemberî muxalîfan zordariya xwe didomîne, ji aliyê din ve dike ku gavên reformê bavêje. Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad biryar girt ku di 12.12.2011'an de hilbijartina herêmî li dar bixe.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê SANA'yê Serokdewletê Sûriyê Esad biryara hilbijartinê girtiye. Di vê hilbijartinê de dê endamên meclisên herêmî bê hilbijartin. Hê nayê zanîn ku dê muxalif beşdarî hilbijartinê bibin yan na.