Diyarname
Weşanxaneya Na bi sernavê “Gudea’dan Sokrates’e Ozgurluk Tarîhî (Ji Gudea heta Sokrates Dîroka Azadiyê) pirtûkek derxist ku binsernav jî bi vî rengî ye: "Kurdistana Antîk û Dîroka Dinyayê" ku ji xwe ya ku pirtûkê balkêş dike û bala kurdan dê bikişîne jî ev alî ye.
Pirtûk ji aliyê lêkolîner Îbrahîm Tîkan ve hatiye nivîsîn. Tîkan ku amadehiya rêzepirtûkên berdewama vê dike, di vê pirtûkê de heta Medan hatiye.
Nivîskar gelek agahî û meseleyên desthilatdaran wekî yên xwe nîşan dane dibêje yên kurdan in û lêkolîna xwe di vê çarçoveyê de pêşkêş dike. Pirsên wekî ‘Kurd baskê winda yê cihûyan in?’, ‘Baweriya zerduştî aîdê farisan e?’, ‘Rastiya Newrozê û rola Kawa çi ye?’, ‘Trova aîdê herêma çandî ya Yewnanistanê yan aîdê herêma çandî ya Anatoliyayê ye?’, ‘Meseleya horiyên ku di Quranê de derbas dibin gelo mimkûn e di bin bandora keçikên hûriyan de be?’ têne kirin û nivîskar dike bersiva van bide.
Nivîskar berê xwendevanan dide komelên li Kurdistanê ku ji wir diyar dike ku kuçeyên Mezopotamyayê yên wê demê ji kuçeyên Parîsa niha balkêştir bûn.
Îbrahîm Tîkan kî ye?
Îbrahîm Tîkan di sala 1984'an de li gundê Axdam a Qaqizmana Qersê hatiye dinê. Tîkan di sala 1997'an de ligel malbata xwe bar dike Îzmîrê. Sala 2005'an de dema li Zanîgeha Egeyê xwendekar bû diçe çiyê û sala 2011'an de li Agirî tê girtin. Cezayê muebbetê lê girê birî ne. Di çarçoveya vê rêzeyê de wî çar pirtûk amade kirine ku ev ya yekem e û yên din jî ji bo çapê têne amadekirin.
“Gudea’dan Sokrates’e Ozgurluk Tarîhî, (Antîk Kurdîstan ve Dunya Tarîhî) / Îbrahîm Tîkan / Weşanên Na / 328 rûpel / 2021


