Umran ARAN
Ji bo Ihab Hassan
Mirov zemanekî serê xwe bi deqekî re êşandibe, ew deq zû bi zû dev ji mirov bernade; bi her xwendinekê re, bi her fêrbûnekê re vedije û êrişî hişê mirov dike. Îroj “Saturn”a Remezan Alan li min wisa kir. Esasen ne tenê îroj, car bi car di kontekstên cuda de hatiye li serê min piçikiye û bûye îlhama destpêkên nivîsine nenivîsî. Ez bi xwe dihisim ku ev îlhamên han ji helwestên tund û hişk ber bi helwestine nerm û dilovan diçin. Belkî divê mirov bi dilovanî dest bi deqan bide (nizanim ev gotina hinekan e yan ya min e!) yan jî em bi gotineke teknîktir û artîstiktir bibêjin; belkî divê mirov diyalojîktir nêzîkî deqan bibe. Îcar ev gotin xweştir çêbû, jixwe min (nizanim ez dikarim bibêjim min, ji bo kitêbekê ku navek li ser e û ez bi wî hatime naskirin (ev ez kî ye îcar?)) di “Roman û Gotar”ê de ew bi teoriya Baxtînê xwediyê vê termê xwendibû.
Vê roja sar ku tav di pencereyê re tîrêjên xwe yên nerm dide ser min, piştî xwendina “paşnivîsa” Umberto Eco ya ji bo romana wî Navê Gulê, Saturnê dîsa wekî zombîyekê hat bela xwe bi min da. Zombî ji ber ku mirov dixwaze bi awayekî ji deqekî rizgar jî bibe, dixwaze wî veşêre û bi rêya xwe de biçe (“Şeytanqûnî”ya Osman Sebriyê xwediyê şûr û qelemê hat bîra min). Min jî rabû bi xwe re dît (birêz edîtor ji kerema xwe vê hevokê neke “ez jî rabûm min bi xwe re dît”! Ev awa jî heye. Bnr. Celadet) û dest bi nivîsînê kir. Ev kirin ji bo min jî wekî challengekê ye. Te dît hin bername hene mirovên bi obsesyona paqijiyê demekê dibin dereke gelekî gemarî da ku jê xelas bibin. Nivîsîna min a vê nivîsê jî tiştekî nêzî vê ye. Ji ber ku obsesyoneke min jî li ser nivîsê heye ku nahêle ez dest bi nivîsînê bikim (Gerçî obsesyona rastnivîsînê jî bi min re heye). Dema ku fikra nivîsekê tê min, ez difikirim ku divê ez wê, wê, wê, wê, wê û wê kitêbê bixwînim paşê binivîsim. Ev yek jî nahêle ez tiştekî binivîsim gelek caran, yan jî dawiya dawî dema ku dinivîsim bêyî ku wan gelekan bixwînim dinivîsim. Dibe ku ev yek ji ber bixwenebaweriyê be yan jî mikemelperestiyê be yan jî dibe ku ji her duyan jî be. Ji sedî pêncî ya ewil ji sedî pêncî ya duyem. Ji sedî 30 ya ewil ji sedî 70 ya duyem be. Yan jî bi rêjeyine din her du di nav hev de bin. Min jî rabû bi xwe re dît bêyî ku li tu kitêban binêrim, wekî ku bi xwe re şer bikim, dest bi vê nivîsê kir ku belkî ez jî êdî kostekinan biqetînim, ji xwe re jî bikim wekî rêyeke kemilînê (ew kesî gotibû nivîsîn pêvajoyeke venuhurîn/nekahetê ye?) (Dîqet!!! Dibe ku bi awayekî islûba Montaigne çizirîbe van deran.)
Bi min Saturn projeyek bû wekî her xebatê û heger em ji hêla xwendina wê li meseleyê binêrin, ev proje bi ser neket (naxwe em dikarin temamê edebiyata kurdî wekî projeyeke serneketî bixwînin ku mesele ev be). Qesta min ji hêla xwendina wê ew e ku gelek xwîneran ew nexwendiye yan jî pir kêm hatiye xwendin. Ez li vir bi temamî li gor çavdêriyên xwe dipeyivim. Mîsal ez lê rast nehatime ku li civatên xwîneran/xwendiyan behsa wê bûbe yan li ser medya civakî ciwanên nûxwendî/nûgihîştî hisên xwe li ser wê gotibin yan peyvek erênî li ser wê nivîsîbin. Berevajî vê yekê li gor çavdêriya min hinek xwîneran yan ji ber zimanê wê yan ji ber bûyersaziya wê, ew nîvco hiştiye yan nexwendiye. Lê mîsal di edebiyata kurdî de romanên Helîm Yûsiv, Jan Dost, Ferhad Pîrbal û Bextiyar Elî ji wan romanan in ku gelek xwînerên wan çêbûne. Ev jî dîsa çavdêriya min e. Nivîsar jî zêde li ser nehatine nivîsîn. Tiştê haya min jê heye di “Kurt Romani” ya Parilti û Galipê de beşeke kurt li ser wê heye, Sadedîn Çira gelek sal berê nivîsek li ser wê di jimareke kovara Çirûskê de dabû weşandin, ez di teza masterê de li ser xebitîm û Remezan Alan bi xwe di teza xwe ya masterê de bi bertengî ew rave û şirove kiribû (Eco vê yekê qedexe dike. Li gor wî dibe ku behs bikin bê çawa û çima nivîsîne, lê divê nivîskar romana xwe şirove nekin, ji ber ku ev karê xwîneran e û dibe ku ev yek rê li ber şiroveyên din bigire. Lê dibe ku Alanê ku teza masterê nivîsî û Alanê ku Saturn nivîsî ne heman Alan bin. Alanê ku Saturn nivîsî Alanekî din be ku wekî fonksiyoneke edebiyatê be (Foucault). Yan jî êdî ew şexsiyetekî din ê dîrokî be dema ku Çeçen tez dinivîsî. Meseleya nivîskariyê di edebiyatê de yek ji meseleyên herî kêm vekolayî ye. Lê çend gotinên wekî “mirina nivîskar” bûne benîştê devê her kesî. Her wiha kes ne mecbûr e riayetî qedexeya Eco bike!).
Min got Saturn projeyek bû, lê her wiha min got “wekî her berhemê”. Dibe ku li vir hûn bifikirin ku wekî her berhemê be tu maneya vê gotina min tune ye. Belê her romanek projeyeke nivîskarekî ye, lê Saturn ji gelek romanan bêtir proje ye. Ka ez behsa vê yekê bikim. Remezan Alan rexnegirek e ku hîn berî ku gelek ji me bizanin bi xwe xweş bînin, serê xwe bi edebiyatê û teoriya wê re êşandiye. Haya wî ji romanên kult û kanonîk ên cîhanê hebû û heye. Hem baş bi meseleya kesên wekî Joyce (modernîst) dizanî û hem jî bi ya kesên wekî Eco (postmodernîst) dizanî. Haya wî ji têkiliyên navdeqî, ji pastîşê, ji parodiyê hebû. Dizanî parçe û hûrikên deqên berê nivîsî yên mîtolojîk jî li nav hişê parçeparî yên lehengên romanên modernîst dikeve (Ha va ye Ulysses!). Lewma wî jî berê xwe da destana Memê Alan, li vir projeya wî bi awayekî neteweyî bû jî (Hemû karên bindestan bi awayekî netewayî, alegorîk û hwd tiştekî din, Alan pir bi qestî tevgeriyaye. Belê ez nêtxwendinê dikim!) Her wiha wî dizanî ku postmodernîst bûyersaziya cureyekî edebî yê rûniştî ji xwe re bi maneyeke din bi kar tînin (Ha va ye Navê Gulê!). Lewma rabû romana xwe li ser skeletê mesnewiyê danî wî jî. Lê her wiha haya wî ji Mîxaîl Baxtîn jî hebû. Vê yekê jî kir ku (ez ji nivîsînê aciz bûm, jixwe ne hêjayî xwendinê jî bin belkî ev gotin, lê hema ka carekê jî be ez bi saetan binivîsim ma wê dinya xera bibe!) ew ji taybetiya romanên pirdeng û pirziman haydar bibe ku şêwazîkirina gelek zimanên civakî û edebî di romana xwe de bi kar anî (ev gotina Baxtîn e, piştî wî nabêjin “şêwazîkirin” dibêjin “pastîş”).
Lê belê ev proje bi ser neket. Li vir krîtera me ya serketinê pirxwendina wê ye. Helbet em bi krîterine din bipeyivin serketî ye (bnr. Roman û Gotar). Belkî krîtera herî girîng jî ev be. Zîra çiqas hin romantîk bibêjin ku ew ji bo xwe dinivîsin, ji bo xwîneran dinivîsin helbet. (Eco ne şaş bim di “Genç Bir Romancinin Îtîraflari” de îtîraf dikir ku çavê wî tim li xwîneran e.) Yan jî her çi qas ji bo hin xwîneran binivîsin jî her nivîskar dixwaze xwînerine din jî li vê “hinê” zêde bike. Dibe ku hûn niha bibêjin ji bo gelek berhemên kurdî ev yek wisa ye, xwînerên wan kêm in! Rast e, lê Saturn berhemek e ku hêja ye mirov li ser bipeyive û ji gelekan bêtir proje ye.
Kesekî din ku derûvê profîla Remezan Alan dide, Umberto Eco ye. Giregirekî teoriya edebiyatê ye Eco. Rabû bi ploteke romanên polisiye, romanek nivîsî ku li derdoreke dêrên serdema navîn diqewimî (Alan jî mîna wî sketelê romana xwe di serdema navîn de danî, her çend di dawiyê de diyar bibe ku ew romana nivîskarekî ye ku li fîlm hatiye adaptekirin (metafîksiyon)). Navê Gulê bi ser ket û Eco piştî wê desteyek roman nivîsîn, Saturn bi ser neket û Alan piştî wê roman nenivîsîn. Ka em li sebebên vê yekê binêrin.
Hem xwînerên saf ên ku tenê adrenalîn dixwestin yanî hem xwînerên romanên polîsiye romana Eco xwend û hem jî xwînerên ji romanên dijwar hezkirî ew xwend. Eco ji heq hat der ku xîtabî her duyan jî bike û romana wî ket nav romanên pirfirotî. Charles Jencks ji vê taybetiya hunera postmodernîst re dibêje cotkodî (Ev ji dudengiya Baxtîn pê ve ne tiştek e! Ez li ku dinêrim rehmetiyê Baxtîn dibînim!) Form û naveroka ji raboriyê stendî jî maneya xwe dide û bikaranîna wê ya nû jî. Eco dibêje belê postmodernîst berê wî li rabirdûyê ye, şêwe û naverokên berê li nav yên nû dixe; lê belê bi awayekî îronîk vê yekê dike, êdî ne masûm e.
Wekî piraniya edebiyata kurdî Saturn jî nizane bikene. Me got haya Alan ji parodiyê hebû, lê wî parodî nekiriye, bi tenê pastîş kiriye ku Jameson jê re dibêje parodiya kor (Helbet ez wekî wî nafikirim, ez wekî Baxtîn difikirim her dubarekirin xwedî rengekî nû ye di jiyana deq de, lê li vir em li ser tîrbûn û birqokbûna wî rengî gengeşe dikin.) Ev mesele ne meseleya Saturnê tenê ye. Meseleya me gişan e, ya edebiyata kurdî ye. Ji ber ku ji bo karîgeriyên wisa divê berê norm hebin. Zimanekî standard hebe (qesta min ne zimanê axaftinê bû, lê ew jî tê de ye esas). Sazîbûn hebe: teşekulên civakî yên sazîbûyî, cureyên edebî yên sazîbûyî, xwînerên cureyan yên sazîbûyî… Ev hişk bûbin, cihê xwe girtibin… bi tenê piştî vê sazîbûna ew dikarin bibin cihên tinazê û dudengiyekê biafirînin di konteksta xwe ya nû de.
Em ji berêv de pê de herin! Eco bi îtalî nivîsî ku li cîhanê zimanê ewil e ku akademiya wî hatiye avakirin. Xwînerên Eco îtalyan bûn ku bi sedsalan e çêbûne. Eco parodiya romanên polîsiye kir ku ew jî xwedî raboriyeke kevn e ku xwedî xwînerinî sabît bû. Bûyerên Eco li dêrên serdema navîn derbas bûn ku ew bi xwe pisporekî wê serdemê ye. Ev hemû berê hebûn. Eco bi awayekî îronîk ew bi kar anîn (helbet xebitîna wî ya bêpayan cihê teqdîrê ye). Çawa bi kar anîn?
Ji ber ku îtalî berê wekî nivîskî xwedî normekî bû, derfeta wî hebû ku bi awayekî îronîk wî bi kar bîne, ji peyvên pirmane îstifade kir ku di tebeqeyên cuda yên dîrokê de wan ew mane bi xwe ve girtibûn (wî ev mane ji deqên cuda yên aîdî demên cuda yên dîrokê hasilandin, ka edebiyata me ya aîdî demên cuda yên dîrokê?). Em li karanîna plota dedektîf di romanên postmodern de binêrin… Heger wekî cureyekî hişk nebûba, li dij elîtîzma modernîzmê, postmodernîstan dê çawa ew bi awayekî îronîk ji nû ve vejanda! (Bi awayekî nû ku hinek jê re dibêjin polîsiyeya metafîzîk. Mînakên Silgilera Grillet û “49 Numarali Parçanin Nîdasi” ya Pynchon tên bîra min.) Her wiha ji xwînerên wî cureyî sazîbûyî jî îstifade kir. Eco dibêje hin xwînerên saf heta dawiyê ew wekî romaneke polîsiye xwendine. Ji ber ku dêr bi rastî hebû, Eco rabû gotara li ser dêrê û axaftinên rehbikan yên belgekirî li nav hev xistin. Bi van awayan îronî, bi van awayan cotkodî, dudengî bi dest xistin.
Alan çi kir? Ji bo ku zimanekî cuda ku li serdema navîn bike (helbet Memê Alan metnekî berîdîrok e, lê ji xwendina min a Saturnê fikrek bi min re çêbûye ku bûyerên çîroka esasî di serdema navîn de qewimîne), ji zimanê Memê Alan îstifade kir. Ji ber ku bi rastî jî Memê Alan hebû karîbû jê îstîfade bikira. Lê her wiha hewl da ku zimanekî nêzî zimanê edebiyata klasîk û zimanê osmanî ava bike da ku li qesreke serdema navîn yan dîrokeke nediyar bike (İhsan Oktay Anarê Tirkan di vê yekê de bi ser ketiye û êdî ji xwe re kiriye şêwazek). Belê Alan qesrek ava kir, lê dêra Eco berê hebû. Tiştek berê hebe û ji nû ve bê bikaranîn ji nû ve deng vedide. Alan beramberî plota dedektîfiyê, berhema xwe danî ser binyata mesnewiyê. Belê mesnewî li nav kurdan hatiye nivîsîn. Lê zemanê ku Alan romana xwe nivîsî kê mesnewî dixwendin? Xwînerên hazir ên mesnewiyên li ku bûn? Her wiha binyatdana mesnewiyê di Saturnê de pir şeklî ye, pir derekî ye, zerkî rihê berhemê nekiriye, tiştek lê zêde nekiriye. Heger em hinekî din dakevin binê meseleyê: postmodernîstan plota polîsiyeyê li dij elîtîzma modernîzmê bi kar anî. Ji ber ku li gor pêleke modernîstan ew cureyekî erzan bû, cihê hestên erzan ên wekî kêf û meraqê bû. Lê ka li cem me kengî mesnewî wekî cureyekî erzan hatiye dîtin? Mesnewî kengî ji medreseyan derketiye û bûye malê gel? Ji bo mirov zemînê bihejîne, divê berê zemînek mirov hebe.
Mîsal em ji hêla xwîneran ve li meseleyê binêrin. Ji ber ku sed rûpelên ewil ê Navê Gulê zehmet e, weşanger ji Eco xwestiye ku biguhere yan jê derxe. Eco qebûl nekiriye û gotiye “yên ku dixwazin tehma wê bistînin, bila pêşî hinekî zehmetiya wê jî bikşînin.” Xwîner pir in. Ev nebû, yekî din. Salek nebû, salek din (bû wekî strana Husênkê Omerî “Hoy Cîranê”). Xwîneran ji dijwarbûna zimanê Saturnê jî gazin dikirin. Lê li hember van xwînerên zêde yên romana îtalî, ka xwînerên romana kurdî li ku ne! Em ji hêla rexneyan lê binêrin, tonek nivîs li ser Navê Gulê hatin nivîsîn, li gelek zimanan hat wergerandin û vê yekê jî nivîs zêde kirin, lê jixwe me qal kir bê çend nivîs li ser Saturnê hene. (Helbet faktora navend-kenar jî aliyekî din ê meseleyê ye.) (Heqet karê nivîskarên kurd zehmet e, tiştên ku wan motîve bikin kêm in, lê dîsa jî xwedê ji wan razî be wekî prometheusan dixebitin yan jî weki sisifosan?)
Welhasil dezavantajên Alan gelek bûn. Projeya wî ji ber vê bênormiyê/nesazîbûnê ji serî de têkçûyî bû. Lê belê bi min hin kêmaniyên din jî hebûn. Wekî min got bo nimûne Saturn nakene. Romana kurdî bi giştî nizane bikene. Dema ku min dixwend min digot qey rûspiyekî zana li serê odeyekê rûniştiye û şîretan dike. Zimanê wê yê zêde aforîzmîk jî ez aciz kiribûm. Her wiha gelo Saturn hewl dide xwînerên xwe bixapîne? Eco dibêje Navê Gulê heta dawiyê xwînerê xwe dixapîne. Di romana kurdî de tiştekî wisa heye ku di cihekî de (gelek caran ber bi dawiyê) ji xwîneran re tê eşkerekirin ku wan qedekî din xwendiye yan ew dixwînin: metna nivîskarekî, fîlmê romanekê hwd. Nizanim divê mirov van jestên ku nebûne hêmana avaker a temamê romanê, çawa binirxîne? Helbet deqên vedozî/vedîtî di edebiyatê de muhîm in. A soxî her kitêb bi awayekî behsa hin kitêbên din jî dike. Ez ji metafîksiyonê hez dikim ku di temamê dîroka romanê de wek hêmaneke cureguher û curedahêner kar kiriye, lê dema ku têkiliya wê di nav yekbûna romanê de ne organîk be, wekî uzayliyekê be, çi zanim, ne xweş e!
Me got romana kurdî bi giştî nizane bikene, lê em neheqiyê nekin, hinek jî hene dikenin. H. Kovan Baqî, Bextiyar Elî, Mihemed Şarman, Ferhad Pîrbal her yek bi awayê xwe dikene. Ez ê vê meseleya ken bêtir tevnedim.
Seet: 19.01 (5.02.2022). Êş ket serê min. Ev nivîs ev qas bes e. Ez ê gaveke din wê ji Diyarnameyê re bişînim.