Þerê mezin destpêkir
NECÎBE QEREDAXÎ
Piþtî çend mehan amadekarî û nîqaþan, serê sibeha 17´ê kewçêrê operasyona li hemberî kelehên dawî yên DAIÞ'ê li bajarê herî mezin û dîrokî Mûsilê dest pê kir. Li gorî daxuyaniya rayedarên serbazî û siyasî yên eleqedarî operasyonê, ew ê di demeke kin de bigihîje encamê. Lê bi nîqaþên hefteya dawî li ser helwesta Tirkiyeyê, wer xuya nake ku operasyon di demeke kin de bi dawî bibe û wê bibe þerê herî dijwar yê 10 salên dawî yê herêmê.
Çima? Mûsil bi taybetmendiya xwe ya erdnîgarî mezin û stratejîk e; dewlemendbûna petrolê, bi statuya xwe ya dîrokî ku ne tenê di sedsala 20'an de di navbera Tirkiye û Iraqê de bûye mijara nakokiyan, lê di 400 salên dawî de meydana þerê navbera Sefewî û Osmaniyan de ye. Dewleta dagirker a Tirk di 90 salên dawî de timî Mûsil wekî parçeyekî Misaqî Mîlî dîtiye û piþtî 1991'ê jî hertim li derfetek geriyaye ku vê niyeta xwe bi ser bixe û di salên 90'î de jî ji bo þer li hemberî PKK'ê bi alîkariya PDK'ê bi dehan bingehên serbazî ava kirine ku bi çekên giran, tank û maþînên zirxî hatine dagirtin.
Dewleta Tirk piþtî hilweþîna rejîma Seddam Husên li Iraqê timî nakokiyên di navbera þiî û sûniyan de tevdane û eþkere bi dewletên Qeter û Siûdî re vê bereya sûnî li Iraqê destek kiriye û malbata Nujêfî li Mûsilê bigire heta nakokiyên di navberê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî û Tariq Haþimî Cîgirê wê demê tevdaye ku sala 2014'an hem bajarê Mûsilê û hem jî Þengalê hatin dagirkirin. Ji bo wê jî operasyona rizgakirina Mûsilê wê siberoj, hevsengiya hêzên li herêmê û bi taybetî jî li Iraqê destnîþan bike. Operasyon wê ji bo kurdan bi taybetî û siyaseta wan ya siberojê jî diyarker be. Ya diyar e ku hêzên hevpeymana navneteweyî ku 60 welat in, hêzên arteþa Iraqê ku di bin banê wê de Heþdê Þeibî, Heþdê Sûnî û 3 hezar hêzên girêdayî Esîl Nujêfî hevalbendê AKP'ê, hêzên pêþmerge bi lihevkirin ku nekevin nava bajêr, tê gotin ku Gerîla û hêzên YBÞ, her wiha arteþa Tirk jî ku hêzên xwe li Baþîqe tevlî operasyonê bûne. Tevlîbûna ew qas hêzan girîngiya Mûsilê ji hemû aliyan ve nîþan dide.
Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Abadî got, "Eger Tirk tevlî vî þerî bibin, ew ê li hemberî wan þer bikin". Ev peyameke zelal e ku wê þer ne tenê bi DAIÞ'ê re be, lê bi arteþa Tirk re ku her yek bi taqimên cilan hatine, yek ji xwe re û yek ji çeteyên DAIÞ'ê re ku mîna Cerablûsê wê tenê dest biguherin. Hemû îþaretên ji wir tên belavkirin, nîþan didin ku Tirk wê mîna li Cerablûsê, çeteyên DAIÞ'ê bi cil bikin û bi vî rengê jî wan biparêzin. Balkêþ e ku di vê operasyonê de yê ku hîç di hesabeke rast de nîn e, hêzên kurd li baþûrê Kurdistan bi taybetî jî PDK ye. Westa Resûl, berpirsyarê xeta Kerkûkê ya Pêþmergeyan dibêje, "tevlîbûna Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de ji bo rizgarkirina fermandarên DAIÞ'ê ye."
Ev operasyon ji rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIÞ'ê zêdetir, wê þerê li hemeberî dagirkeriya Tirkan be ku êdî bi desteka bereya nijadperestiya hundir dixwaze îradeya azadiya gelê kurd hem li hundir û hem li derveyî sînorê xwe biþkîne, û ev armanca sereke ya tirkan e. Ji bo Erdogan operasyona Mûsilê hewildan û pêngava dawî ye ku bixwaze hem armanca xwe ya dîrokî pêk bîne û hem jî pêþî li Kkurdan bigire û bi zanebûna wî ye ku Mûsil ji bo kurdan çi qasî devereke girîng û dîrokî ye, hem ji bo Baþûr û hem ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê bi giþtî. Piþtî ku dewleta Tirk zanî hêzên sûniyên Iraqê yên alîgirê AKP'ê ne di wê hêzê de ne ku armanca wan pêk bînin, bi taybet jî malbata Nujêfî, ew bi xwe bi yekîneyên mezin, bi çekên pêþketî û giran bi alîkariya PDK'ê ketin Baþîqe. Çi qasî M. Barzanî di serdana wî ya Baxdayê gotiye, haya me ji hatine tirkan nîn e, lê ev îdayeke ne li gorî rastiyan e. Ma qey tirk di ezmanan re hatin Baþîqe? Her kes dizane di herêma di bin kontrola PDK'ê de ketine wê herêmê. Ji ber ku PDK bi eþkere di vê bereyê de cih digire.
Li aliyekî din PDK bi qasî ku dixwest pêþî li hêzên berxwedana Þengalê YBÞ/YJÞ û Gerîla bigire ku tevlî operasyonê bibe, bi qasî wî ne di hewildanê de bû ku pêþî li tirkan bigire. Gelo bi rastî jî PDK nizane eger dewleta Tirk di armanca xwe de bi ser bikeve, li Mûsilê wê dor were Baþûrê Kurdistanê. Parastina berjewendiya dagirkerên Tirk û dijîtiya PKK'ê di mijara Mûsilê de ji aliyê PDK'ê ve ji bo kurdan bêbextiyek e; li gorî Hoþyar Abdullah endamê komisyona parastinê li Parlemana Iraqê "PDK venaþêre ku li dijî beþdariya gerîla ye di operasyona Mûsilê de".
Bi nîqaþên li ser vê operasyonê û bi hêzên ku wê tevlî vê operasyonê bibin û dibin, wer diyar e ku ev operasyon ji operasyoneke serbazî zêdetir operasyoneke siyasî ye, ji ber ku piraniya van hêzan ji bilî hêzên Gerila û YBÞ'ê, hesaban li ser qonaxa piþtî þer dikin û mîna xenîmet lê dinihêrin. Diyar Xerîb, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê dibêjê "Armanca me di tevlîbûna operasyonê de pêkanîna erkeke mirovane ye û çavê me li berjwendiyan nîn e li Mûsilê, armanca me bi hev re jiyana gelan e". Lê wer xuya nake ku dewleta Tirk bihêle her tiþt li gorî hatiye pilankirin biçe, nexwe wekî Heyder el-Abadî got, wê þerê piþtî DAIÞ'ê bibe þer li hemberî dewleta Tirk. Ew pêþbînî jî pirr ne dûr e, ji ber ku pirraniya hêzên li ser erdê ji bo þerekî wisa jî heta mirov bibêje bes bi derfet in. Ev þer wê bibe þerê þikestina dewleta Tirk, ji ber ku rewþa AKP'ê di encama berxwedana PKK'ê de li hundirê Tirkiyeyê gelekî xerab e.
necibeqeredaxi@gmail.com
18.10.2016, Yenî Ozgur Polîtîka