Îkram BALEKANÎ
Ez li ser vê baweriyê me ku huner sînoran nas nake. Lewre hevalên li girtîgehan pêwîst e zêde dên û bala xwe bidin ser afirandina hunerî. Di warê çand, ziman û hunerê de bixebitin.
Çar dîwar nikarin li pêşiya hestên wêjeyî bibin asteng. Kêmbûna derfetan nikare hestan bi sînor bike.
Şehîd Elî Temel di nava çar dîwaran de, li zindana Amedê baştirîn berhemên xwe çêkirin. Strana “PKK rabû” di zindana Amedê de afirand.
Hozan Şemdîn di nava çar dîwaran de strana “Lê Amedê” çêkir.
Tîrmeha 1991 û Vedat Aydin nû şehîd ketiye. Li Kurdistanê şer germ e. Ne înternet heye, ne telefonên destan. Ne radyo û ne jî televîzyoneke kurdî. Agahî bi rêyên klasîk, sing bi sing belav dibin û digihîjin gel.
Hin welatparêzên kurd ên li Ewropayê jî wê çaxê li Amedê bûne û tevlî merasima şehîd Vedat Aydin dibin. Dema ew vedigerin Ewropayê ji gel re behsa coş û qerebalixa merasimê dikin.
Cara yekem e li Kurdistanê gel bi sedhezaran li hev kom dibe û tevlî merasima şehîdan dibe. Ev coş hêzê dide têkoşînê û hêviya welatparêzan jî xurt dike.
Hozan Şemdîn jî wê çaxê li Komeleya kurdan a li Den Haag a Holandayê bûye. Dema welatparêz behsa serhildana Amedê dikin, ew jî dikeve nava heyecanê.
Dibe êvar, her kes belav dibe. Hozan Şemdîn tevî xebatkarekî din li oda hunerê dixebitin, lê berpirsê Komelê hevalê Sînan (Xalê Sînan) wan ji bîr dike, derdikeve, komelê digre û diçe.
Hozan Şemdîn dema dixwaze derkeve, dibîne derî girtiye, hewil dide derî veke, alarm lê dide û polîs tên.
Ew di hundir de dengê xwe nakin û xwe vedişêrin. Wekî niha telefon û îmkan jî tinebûne ku kesekî agahdar bike.
Welhasil derengiya şevê saza xwe digre destê xwe û dibêje divê ez stranekê çêkim. Heta dibe sibe, stranekê çêdike û 3 meqam yanî 3 awaz an jî muzîkên cuda jê re dibîne.
Serê sibê Xalê Sînan tê û wan dibîne şaş dibe. Çîroka wan dirêj e. Hozan Şemdîn jê re behsa stranê dike û hinekê dibêje, Xalê Sînan dibêje: “Li ser bextê min ev pir xweş e.”
Hozan Şemdîn bi melodiyeke din dibêje, dîsa Xalê Sînan dibêje: “Welehî ev xweştir e”…
Hozan Şemdîn jî nikare biryara xwe bide. Lê dema Koma Berxwedan dicive, di wir de biryarê didin ku navê berhema xwe danên Amedê û ev strana Lê Amedê jî wekî melodiya “Li Amedê Serhildan e” xwendin.
Amedê serhildan e, lê Amedê Amedê
Dîlana me kurdan, warê şêran Amedê
Darbesta Vedat Aydin, lê Amedê Amedê
Ala rengaîn pêçane, tu bûka Kurdistanê…
Jixwe ev stran bû wekî sirûd û marşeke serhildanê, kete ser zar û zimanê gel û hêjî tê guhdarîkirin.
Ev pirs jî bila di dilê min de nemîne. “Gelo ji bo ku hunermend biafirînin, divê mirov wan bixe cihekî û derî di ser wan de bigre?!”
NOT: Dema Hozan Şemdîn behsa vê serpêhatiyê kir, Xalê Sînan û Faruk Sasik jî li civatê amade bûn. Hêvîdar im ku ev serpêhatî ji bo nivîskariya Faruk Sakik jî bibe destpêkek û berdewam bike.


