Mêrdîn
YOK'ê ji bo Zanîngeha Artûklû biryara "Enstîtuya Zimanên Dijîn" erê kiribû. Zanîngehê ji bo vê yekê pirtûkên bi kurdî anîn lê polîsan dest danîn ser.
Polis Artuklu Üniversitesi'ne gelen Kürtçe kitaplara el koydu ANF14:12 / 01 Ekim 2009 MARDİN - Mardin’deki Artuklu Ünivesitesi'nin YÖK'ün onayladığı, ‘Yaşayan Diller Enstitüsü' için İsveç'ten getirdiği Kürtçe kitaplara polis el koydu. Mardin Emniyet Müdürlüğü kitaplar hakkında araştırılma yapılması için Cumhuriyet Başsavcılığı'na başvurdu.
Zanîngeha Artûklû ji bo Beşa Wêje û Zimanê Kurdî veke serî le YOK'ê dabû. YOK'ê biryar da ku di bin banê zanîngehê de "Enstîtuya Zimanên Dijîn" be vekirin. Li ser vê yekê akademîsyenên zanîngehê Yrd. Doç.Dr. Selim Temo û Yrd. Doç.Dr. Abdurrahman Adak ji bo dtîwan û pirtûkên akademîk ên bi kurdî yên li pirtûkaneyên li welatên cihê kopî bikin û bînin zanîngeha xwe xebat dan dest pê kirin. Di encamê de ji Swêdê li dor 300 pirtûkî bi kargoyê hatin Mêrdînê lê Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînêberî ku pirtûkan teslîm bike ji bo ka têde propagandaya PKK'ê heye, armanceke siyasî di pirtûkan de heye yan na ji bo lêkolînê dest danîn ser wan. Ji ber ku di bin banê Midûriyeta Emniyete de pêzanê bi kurdî nîn bû ew şandin cem Dozgeriya Komarê. Dozger piştî li ser pirtûkan lêkolînê bike dê diyar bibe pirtûkan teslîmê zanîngehê bikin yan na.
Ji ANF'ê hatiye girtin
**
Nûçeyên eleqedar: