Diyarname
Îro salvegera Diyarnameyê ye. Ji 21.04.2005'an ve her roj me nûçe û nivîsên nû pêşkêşî we kirin. Ji wê rojê de me kir ku bibin pencereyeke cuda û heta bikaribin tiştên xweş, serketî, girîng pêşkêşî we bikin. Ji niha û pêde jî heman tiştî emê bikin...
Di 16 saliya xwe de hin îstatîstîkên ji Diyarnameyê:
- Heta îro bi ser 60 hezarî de me nûçe weşandine.
- Ji bilî van, qunciknivîskarên me nêzî 10 hezar hebî nivîsên xwe yên quncikan pêşkêşî qada kurdî kirine.
- Heta niha 29 kesî wekî qunciknivîskar di Diyarnameyê de cih girtine. Ji van 10 jê hê didomînin û hinan xatir xwestine.
- Di beşa SERBEST de heta niha bi dehan kesî nivîsên ku bi taybetî ji bo Diyarnameyê nivîsandine ked dane Diyarnameyê.
- Di beşên wekî Nûçe, Nûçeyên Çandî, Serbest, Hevpeyvîn, Berhem,
Çapemenî, Spor, Dinya, Aborî, Tenduristî, Portreya Mehê, Foto-nûçe, Klîba Hefteyê, Komên Wêjeyê Nivîskarên Mêvan de em nûçe û nivîsên cur bi cur pêşkêş dikin.
- Gelek kesên nivîsên wan ên yekemîn di Diyarnameyê de hatine weşandin hene.
- Gelek nivîsên ku ji bo pirtûkan bûne bingeh hatine belavkirin.
- Bi hezaran nûçeyên taybet û yên ku li nav qada kurdî de bûne cihê kêfxweşiyê me belav kirine û ji niha û pêde jî emê wisa bidomînin.
Bi hêviya ku ji niha û pêde jî em wekî kedkarên Diyarnameyê emê bikaribin xizmeta rojnamegeriya kurdî û zimanê kurdî bikin. Di vir de daxwaza me ji we jî ew e ku malperê bişopînin û bidin şopandin. Her wiha ger mimkûn be piştgirî bidin hesabên me yên torên civakî jî...
twitter.com/diyarname1
www.facebook.com/diyarname
youtube.com/c/diyarnamediyarname
NOT:
Êvara 21'ê mehê li ser Twitterê emê ji bo 16 salî tagek vekin. Em li benda her kesî ne...