logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  4. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

‘Çavkaniyên Çanda Gel’ hat weşandin

Pirtûka nivîskar û mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç bi navê “Çavkaniyên Çanda Gel” derket. Di pirtûkê de hin pîşeyên çandî hat

  • Dîrok: 16/09/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname
Pirtûka nivîskar û mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç bi navê “Çavkaniyên Çanda Gel” derket. Di pirtûkê de hin pîşeyên çandê hatine pêşkêş kirin û pêre jî gotinên bav û kalan, klam, çîrok û tiştanokên pêre eleqedar hatine weşandin.

Aykoç ku pirtûkên li ser ziman jî têde heta niha çend pirtûkên wî derketine, niha pirtûkek din li van zêde kir. Pirtûka bi navê “Çavkaniyên Çanda Gel” ji Weşanên Ar hate weşandin.

Aykoç li ser çanda kurdî ji gelek aliyan ve lêkolîn kiriye û ew lêkolîna xwe ya li ser çanda gel di vê pirtûkê de weşandiye. Ev pirtûk di warê berhevkirin û civandina berhemên çanda gel de, bi form û nirxandin, bi awayê aliyê lêkolînî ve pirtûkek girîng e. Pirtûk li ser pergaleke wisa hatiye sazkirin: Pêşî pîşe hatiye nasandin, dûre gotinên bav û kalan yên li ser wê pîṣeyî, çîvanokên zarokan, zimanbir, tiṣtonekên bi wê pîṣeyî re têkildar, heyranok, kurteçîrok, stran, govend û henekên li ser wê pîṣeyî li pey hev hatine rêzkirin. Mînak pîşeya “Cot”. Pêşî aletên li ser cotkirinê yek bi yek li ser hatiye rawestin; dûre têkiliya cot û çandê, gotinên pêşiyan ên li ser cotê, çivanok, mamik, heyranokek li ser cotê û herî dawî jî çîrokek gelêrî ya li ser cotê hatiye pêşkêş kirin. Beşên din jî bi heman rêbazê hatine nivîsîn û berhevkirinên pêre eleqedar hatine pêşkêş kirin. Bi vê rêbaza xwe, her wiha bi berhevkirina xwe ya li ser van mijaran pirtûkek balkêş derketiye holê.

Gelek beşên çandiniyê
Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç li ser pirtûkê wisa dibêje: “Ev lêkolîn min di salên nodî de ji nav bi sedan mirovan civandiye. Ji wan kalên ku ev agahî dane min, ji sedî heṣtê niha ne li jiyanê ne. Bila rehma Xwedê li wan be.”

Beşek ji vê pirtûkê di paşgoya rojnameya Ozgur Polîtîka “Hîwa” de hatine weşandin, lê yekem car hemû bi hev re tê weşandin. Di pirtûkê de, di bin beşên wekî “Beşa Çandinî û Hêranê”, “Beşa Berên Pez”, “Beşa Bax û Baxçe” de wekî mijara “cot”, mijarên din ku li ser sekiniye ev: “Çinîn”, “Dexl (Zexîre)”, “Bêder”, “Bilxwir/Savar”, “Mîrkut”, “Destar”, “Aş”, “Tendûr”, “Avahî”, “Malbarkirin”, “Berî û pez”, “Şonik”, “Kulav”, “Şeşkin”, “Tevn”, “Baxçe”, “Bostan”, “Rez”, “Gezik”, “Gîskok”, “Pincar”, “Darvanî û çilo”…


Fêrgîn Melîk Aykoç kî ye?
Nivîskar û mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç di sala 1951’ê de li gundê Baskan a navçeya Gimgima Mûşê hatiye dinê.
Aykoç, di sala 1972’yan de dest bi mamostetî dike û di sala 1980’ê de tê girtin. Piştî 17 rojên binçavkirinê tê berdan lê peywira mamostetî ji dest wî digirin. Ew jî êdî berê xwe dide Almanyayê ku hê jî li wê derê dijî. Heta niha ev pirtûkên wî derketine:
- Kurdîzan (Rûberîna zaravayên kurdî), 1996, Weşanên Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist Berlîn, Almanya
- Mamosteyên Zinaran (roman, bi devoka Serhedê), 1999, Weşanên Rewşen, Dusseldof
- Dîlên li ber pûkê (roman), 2002, Koln
– Kaniya Xwendinê (Pirtûka dersê ji bo pêngava 3-4’an), 2007, Yekîtiya Mamostêyên kurd (YMK) Oldenburg
- Fermo bi Kurdî (Xwe bi xwe fêrbûna kurdî ji bo mezinan), 2008, Enstîtuya Kurdî ya Kolnê (heman pirtûk li Stenbolê jî hat çapkirin, 2009)
– Rondikên Hêviyên Wenda (jînborî /novel), 2009, Weşanên Do, Stenbol
– Siya dema borî (roman), 2010, Weşanên Do, Stenbol

Çavkaniyên Çanda Gel / Fêrgîn Melîk Aykoç / Weşanên Ar / 382 rûpel

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kurdistana Başûr ji xortan vala dibe

ad

Xelata Rahîbe Temesa dan Saziya Êzîdiyan

ad

'Tîroj'ek nû derket

ad

Piştî 25 salan oxir be Toti

ad

2014: Vaye lîsteya pirtûkên bi kurdî

ad

Ew qas jî zêde bû heyran!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname