Diyarname
Nivîskar Adil Başaran ji ber daxuyaniyên ku di navbera salên 2015-2019'an de di dema xebatên Kongreya Civaka Demokratîk de (KCD) îro hat girtin.
Nivîskar Adil Başaran roja 20'ê adarê hatibû binçavkirin. Bi îfadeyên "şahidê veşarî" îro hat girtin.
Nivîskar Adil Başaran di sala 1968'an de li gundê Xirar a Dêrika Mêrdinê hatiye dinê. Wî dibistana seretayî û navîn xwendiye. Demek di Azadiya Welat de xebitiye.
Başaranê ku di nav Komeleya Nivîskarên Kurd de jî cih digirt, pirtûkeke wî ya çîrokan di sala 2013'yan de bi navê "Lalib" ji Weşanên Lîs derketiye.