LUQMAN GULDIVÊ
BijîÅŸkên pêÅŸî yên jin ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dîploma wergirtî yên Hindî, Japon û Kurd, wexta nû dest bi xwendinê dikin, wêneyekî wan hatiye girtin. Di vî wêneyî de hersê jin jî bi cil û bergên xwe yên gelêrî xuya dikin. Wêne ji sala 1885'an e. Yek ji jinan ji Hindistanê, ya din ji Japonya û ya dawî jî Kurd e ji Sûriyeya îro. Herçî ya Kurd e, em gelek kêm agahiyan li ser wê dizanin.
Pêr Kangana Ranaut, hunermenda Hindî ya ku tenê di ser twitterê de 3 milyon mirov wê diÅŸopînin, wêne parve kir. Wê henekê xwe bi xwendekarên îro yên ji welatên cihê yên li Emerîkayê dixwînin, kir û got, "wanê ÅŸalên jeans ên Emerîkî yên kevinbûyî û blûzên weke merÅŸan li xwe bikira" ku ti maneyeke wan a din nebû ji bilî "berxwuriya ji bazara Emerîkî". Em ê li vir bi aliyên vê henekpêkirinê û piçûkkirinê danekevin; tevî ku di serdema globalbûnê de gelek aliyên wê bi xwe jî hene, û bi xwe jî tê rexnekirin. Lê ka em li wêne û li her sê jinên tê de binihêrin.
Ev wêne cara pêÅŸî sala 2014'an derket holê, gava ku xwendekareke doktorayê li agahiyên li ser emeliyatên guhan ên sedsala 19'an dikola, di arÅŸîva online a BêÅŸê Tibê yê Zanîngeha Drexelê de rasta wêne tê. Lê wêne di arîvê de hatibû bicihkirin, yanî ne wenda bû, tenê haya me jê nebû. Ev xwendekar Jaipreet Virdi-Dhesi bû û wê heman salê wêne di ser bloga xwe re parve kir. Di wêne de sê xwendekarên jin ên Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê hene. Yek jê Anandiben Joshi ye, bijîÅŸka jin a yekem a bi dîploma a ji Hindistanê. Ya dinê Keiko Okami ye, yekem bijîÅŸka jin a bi dîploma li Japonyayê. Ya sêyem Sebat Îslambûlî ye, muhtemel e ku bijîÅŸka jin a bi dîploma a pêÅŸî ji welatê Osmaniyan be, belê ew Kurd e, yan jî nîv Kurd û nîv Cihû ye, yan jî Kurdeke Cihû ye. Lewma bi navkirinên nasnameya wê bi vî rengî diguherin. Axir ew ji Sûrî, ji Åžamê çûye Emerîkayê ji bo xwendinê û piÅŸtî ku mezûn dibe jî pêÅŸî vedigere Åžamê. Wêne 10'ê Cotmeha sala 1885'an li odeya qebûlê ya dekantiya zanîngehê hatiye girtin. Hingê li DYA'yê mafê jinan ê dengdanê nebû û jin nedihatin teÅŸwîqkirin ku bixwînin jî.
ANANDIBEN JOSHI
Anandibai Joshi yan jî Anandîbay CoÅŸî yekem jina Hindistanî ye ku xwendina xwe ya tibê li zanîngeheke rojavayî qedandiye. Tevî Kadambînî Gangulî, ew bû pêÅŸengek ji bo îlhamê bidin jinan da ku di meydana tibê de li Hindistanê cihê xwe bigirin. Mêrê wê Gopalrawo CoÅŸî, yê ku ew 9 salî pê re zewicî, ew teÅŸwîqî xwendina li zanîngehê kir.
Hîna 14 salî, pitika Anandîbay CoÅŸî ya nû jê re çêbû, mir. Sedem jî nebûna miqatebûna tibî bû. Ji ber wê, wê biryar da ku tibê bixwîne û mêrê wê jî destek dayê û ew teÅŸwîq kir. Wî ji dil destek dayê da ku li DYA'yê bixwîne û bi mîsyoneriyeke li Philadelphiayê re ew ÅŸand DYA'yê.
Ew hîna 19 salî bû wê dîplomaya xwe wergirt ji Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê. Lê mixabin ew hîna 21 salî dimire, bêyî ku karibe hekîmiyê bi rastî bike. Lê dîsa jî ew ji bo gelek jinên ciwan bû îlham ku li zanîngehê bixwînin.
KEÎKO OKAMÎ
Keîko Okamî jina yekem a ji Japonyayê bû ku dîploma xwe di tiba modern de wergirt. Ew sala 1858'an li wilayeta Aomorî hatiye dine. Ew sala 1878'an ji Dibistana Keçan a Yokohama Kyorîtsu mezûn dibe û paÅŸê li Dibistana Keçana Sakuray jî Ingilîzî dixwîne.
Ew 25 salî bi mamosteyekî huner re dizewice û diçe DYA'yê. Wê xwendina xwe ya tibê li DYA'yê bi alîkariya Civaka Jinan a Mîsyoneriya Biyanî ya Dêra Presbyteriyan qedand. PiÅŸtî xwendineke 4 salan wê dîplomaya xwe 1889'an wergirt.
Ew vegeriya Japonyayê piÅŸtî xwendina xwe û li NexweÅŸxaneya Cîkey xebitî. Li gorî rîwayetê, wê ji karê xwe îstîfa kir, piÅŸtî ku împaretor red kir jinek wî derman bike. Wê piÅŸtre klînîka xwe bi xwe vekir li Mînatoyê. Ew hem jînekolog bû û hem jî pispor bû di dermankirina jana zirav (tuberkulozê) de. Wê wekî din dersa anatomiyê da hemÅŸîreyan.
Wê sala 1897'an tevî hevaleke xwe nexweÅŸxaneyek ji jinan re vekir, lê piÅŸtî bi neh salan ji ber ku jinên Japon neçûn nexweÅŸxaneyê, nexweÅŸxane tevî dibistana hemÅŸîretiyê girt. PiÅŸtre ji ber pençeÅŸêra sîngê bi temamî dev ji kar berda.
SEBAT ÎSLAMBÛLÎ
Sebat M. Îslambûlî*, yek ji bijîÅŸkên jin ên pêÅŸî yên ji împaretoriya Osmanî ye ku zanîngeheke tiba modern mezûn bûye. Ew xwe weke Kurd bi nav bike jî, li gorî agahiyên li ser wê, ew ji malbateke Kurd û Cihû ye. Ew sala 1890'î ji Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê mezûn dibe. Wêneyekî wê yê din jî heye ku ew tevî xwendekarên jin ên di sinifa xwe de, tê de xuya dike. ev wêne jî sala 1885'an e. Di wêneyê li dekaniyê de li ber lingê Sebat Îslambûlî qanûnek heye. Em jî bivê nevê ji xwe dipirsin, gelo ew qanûnjen bû, yan wênegir oryantalîzma xwe wisa daye der.
Li gorî agahiyên kêm ên li ser wê, diyar e ku ew piÅŸtî mezûn dibe, vedigere Åžamê. Ew piÅŸtî Åžerê Cîhanê yê Yekê (sala 1919'an) bar dike û diçe Qahîreyê. Ev agahiyên kêm jî ji lîsteya mezûnên Zanîngeha Tibê ya Jinan a Pennsylvaniayê hatine girtin. Em ji wir fêr dibin ku ew sala 1941'ê li Qahîrê wefat dike. Li gorî heman agahiyan paÅŸiyên wê îro lil Kanadayê dimînin.**
Axir di nava hersê jinan de ya herî kêm agahiyên me li ser hene, ev jina Kurd Sabat Îslambûlî ye. Agahiyek heye ku ji hevalên wê yên pê re xwendî em fêr dibin: Di dema dersan de jî wê kiras û xeftanê xwe yên ji hevriÅŸm li xwe dikirin.***
Em nizanin ka wê hekimî kir yan na. Heger kir, li ku û çawa kir.
* Di hin belgeyan de navê wê Sebat Îstanbûlî ye. Di arÅŸîva wêne tê de hatiye peydakirin, navê wê weke Dr. Tabat M. Islambooly hatiye nivîsin.
** https://web.archive.org/web/20180807003143/http://www.andfaraway.net/blog/2013/12/23/sabat-istanbuly-female-student-at-the-womens-medical-college-of-pennsylvania1885
*** https://www.thetriangle.org/snowball/the-graduates/
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin