logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû
news-details

Rojek li gundê Heciyê Cindî Yemençayirê

Vê havînê ez û serekê şaredariya devera Bazarcixê Ayhan Erkmen, me berê xwe Yemençayirê gundê Heciyê Cindî.

  • Dîrok: 20/09/2008
  • Beş: Serbest

    

 

 

 

 

Rohat Alakom
ralakom@yahoo.com

 

Gundê Yemençayirê 

Gundê Yemeçayirê, gelekî nêzîkî Zozana me, Nebîyurdê ye. Di navbera me de girek heye. Dema em di zarotî û xortaniya xwe de ji zozana me diçûne bajarê Qersê, em pêşîyê ji gundê Heciyê Cindî, Yemençayirê re, paşê ji gundê nivîskar Wezîrê Eşo, Şirînkoyê re û du re ji gundê helbestvan Şikoyê Hesen, Şatiroxluyê re derbas dibûn. Ev hersê gund berê sê gundên kurdên êzdî bûn, wek sê bûkên bi xemil li du hev rêz dibûn. Wan salan me nizanibû kurdên êzîdî li van deran hêwirîne, ev gund ji xwe re kirine helîn û star. Mehên baharê û havînê ev derdoran bi rastî dibûn bihuşteke derewîn. Gundiyan li van zozanan sê mehan di konên reş û çatirên spî de jîyaneke gelek romantîk dibuhurandin, di navbera erd û ezmîn de dijîyan. Yemeçayir her wisa jî gundê hevalên Heciyê Cindî, gundê lêkoler Eminê Evdal (1906-1964) û nivîskar Cerdoyê Gênco (1904-1946) bû.


 

Zarokên Yemençayirê poz didin 

Heciyê Cindî piştî sala 1918an careke din gundê xwe Yemençayir nedît. Bi wê hesreta mezin, çavvekirî çû rehmetê. Kesekî mayî ku qasî wî di bîranînên xwe de ewqasî bi dilşewat û bi evîneke kûr qala gundê xwe dike, tune ye. Di kerîkî van bîranînên xwe de wiha dibêje:  ”Li ser topa dinyayê cîhê lapî cinetî ji bo min, gundê min e,  gundê Yemençayirê. Ez vî gundî, gundê zarotiya xwe pir hez dikim...Min zû ve Yemençayir nedîtîye…Ez gelekî mukuriya vî gundî dikim. Ji min re bûye hesret û ev hesret nayê rokirinê li ser kaxiz”.[1]  
Bîranînên Heciyê Cindî piştî mirina wî, di sala 2003an de hatin weşandin, çapeke nû di sala 2007an de derket. Di nav rûpelên vê pirtûkê de her wisa jî gelek wêneyên xweşik û orjînal ên Heciyê Cindî û hevalên wî hene.[2] Di destpêka van bîranînan de bûyerên wek koçberî, hesret û mirinê cîhekî taybetî wergirtiye. Piştî ku min bîranînên Heciyê Cindî xwend, min xiste hişê xwe û min got ku ez ê îsal li şuna Heciyê Cindî sedî sed herim gundê wî bibînim, qet nebe dilê wî li dinya din şad bikim. Vê havînê, di roja 16/ 2008an de ez û serekê şaredariya devera Bazarcixê, Ayhan Erkmen, me berê xwe Yemençayirê. Em çend saetan derketine zozanan! Cara pêşîn em di nav Şatiroxlu û Şirînkoyê re derbas bûn û paşê em hatin Yemençayirê. Em li dikana gund, li wir me aveke sar vexwar û di derbarê gund de hinekî agahdarî ji wan gundiyên ku li dikanê hebûn, wergirt. Paşê em derketin seyranek piçûk û di nav gund de hinekî geriyan. Dema em digeriyan hertim Heciyê Cindî dihate bîra min, ev gunda, gundê wî bû. Ez bûbûm hecîyekî din û bi evîneke mezin min li mirov, zarok û jinên Yemençayirê mêze dikir. Kelecana mın zêde dibû û ez diçûm berî sedsalî. Te digot ez bûme Heciyê Cindî. Ez li Yemençayira ku Heciyê Cindî bi hesreta dîtina wê mir, digeriyam. Min silavên xwe tevî wan bayên Yemençayirê dikir û ji Heciyê Cindî re dişand.  Yekî gundî got werin, ez Birca Belek nîşanî we bidin. Me berê xwe da wî alî, em hatin li ber xanîyekî kevn sekinîn. Paşê em fêr bûn ku ev avahiya di wan salan de li gund wek êzdîxane hatiye bikaranîn. Tiştekî ku tavilê bala min kişand, li jora pencereyê li ser keviran reqemên 1909 hatibû nivîsîn. Vê yekê nîşan dida ku ev avahiya di sala 1909an de çêbûye. Wê demê hê mala Heciyê Cindî û kurdên mayî ji gund koç nekiribûn. Heciyê Cindî sedî sed li ber vê avahiyê re derbas bûye. Vê avahiyê gelek tişt dihanî bîra mirovan. Wek nîşana hebûna kurdên êzdî, wisa li ser pêya mabû.   

Êzdîxaneya ku di sala 1909an de hatiye çêkirin, li jora pencerê mêze bikin! 


Em ji Birca Belek dûr ketin, em rastî yek ji wan kalên gund hatin. Angorî hevalê min, dayîka vî kalî jineke êzdî bûye. Mirov nikare bêje ku ev kala bi hatina me re zêde kêfxweş bibû, wî nizanibû em kî ne? Her çiqas me xwe da nasîn, lê belê vî apoyî ew tirsa hê li ser xwe neavîtibû. Navê wî Hemzê Huseynî bû. Dema xatirxwestinê bi zimanekî nerm û bi beşereke xweş wiha ji me rica kir: “Bavo! Ez nexwaş im, serê min nexin belayê!” 

Heciyê Cindî.

Mafê wî kalê Yemençayirê bi navê Hemzê Huseynî hebû ku wisa bi baldarî, bi tirs û bi mesafe nêzîkî me dibû. Ji bo ku li ser van erdan gelek qeza û belayên mezin qewimîbûn. Mirovên van deveran û gundan ji cîh, meskenê xwe bi darê zorê hatibûn dûr xistin. Tam berî 90 salan, di sala 1918an de, di sala rev û bezê de kurdên êzdî ku li van gundan diman, bi kîtlevî derodero bûn, ketin rêyan. Di salên vê reve-revê de, reva mezin de  14 gundên ku li derdorê Dîgorê bûn, ji cîhên xwe leqiyan û di orta rojê de gundên xwe hîştin û berê xwe dane Ermenîstanê. Yek ji wan jî zarok Heciyê Cindî bû. Di rê de, dê û bavê xwe winda dike. Stûxar, sêwî dimîne.
Sal derbas dibin. Heciyê Cindî vê carê dibe yek ji wan stûnên çanda kurdî. Folklornasê navdar Heciyê Cindî, zimanzan Qanadê Kurdo û nivîskarê navdar Erebê Şemo wek sê çira û nûrên çanda kurdên Sovyeta Kevn dikarin bên hesibîn, ji sedan nivîskar, hunermend, lêkoler û zanayên mayî re bûn nimûne û sembol. Ez naxwazim li vir di derbarê karên Heciyê Cindî de zêde binivîsim. Lê belê ez dikarim bi kurtî wiha bêjim. Wî, bi dehan destanên kurdî, bi hezaran çîrok, bi deh hezaran gotinên pêşiyan û defîneke folklora kurdî ji me re hîşt. Ne tenê hîşt, ev materyal şirovekir, wergerandin zimanên mayî wek zimanên ermenî, rûsî û berî her tiştî ew qeyd kirin ku winda nebin û bibin mîrateyeke çandî ji bo nifşên tên. 

 

 

    

Heciyê Cindî dema li Erîvanê dersê dide 


Lê belê hinek jin û zarokên êzdî li aliyê Tirkiyê man. Çavên wan tertim li aliyê din ê sînor bûn. Sînor ketibû navbera wan. Tirkiye û Ermenîstan bûbûn dijminên hev. Di van salan de li vî sînorî mêzekirin jî guneh bû! Leşkeran mirov digirtin, dibirin. Sînorekî wisa bedbîn, sar û tirsbarandî tune bû. Li aliyê din ê sînor komînîzm hebû, hirç û  kur hebûn! Me zarokan cesaret nedikir zêde li wî aliyê robarê Erez, zêde mêze bikin. Di van salan de şerekî sar hebû û her wiha jî saw û tirsa vî şerî dagirtibû ser derdorên cîhên wek Yemençayirê. Hêzên resmî mirovên me bi rastî tirsandibûn.

 

 

Heciyê Cindî û fîlolog M. B. Rudenko (1927-1977).
Rudenkoyê hemû jîyana xwe pêşkêşî destnivîs û çavkaniyên kurdî yên kevn kir û Mem û Zîn wergerande zimanê rûsî 

 

Dema ku Heciyê Cindî ji Tirkiyê derdikeve, xatîyeke wî bi navê Xezal bi mêrê li wir dimînin. Leşkerên tirk mêrê wê dikujin, paşê bi kesekî bi navê Hesenîkê Cemaldînî re mêr dike. Sal derbas dibin, kurê Xezalê, Riza  (kurxatiyê Heciyê Cindî) bi destûr derbasî Ermenîstanê dibe, xwestiye xuşk û birayên dayîka xwe bibîne. Piştî vê serdanê helbestvanekî kurdê Sovyeta Kevn, Fêrîkê Ûsif helbestekî gelek bi dilşewat ser vê hesretê dinivîse, di vî helbestî de ev xanima kurd bi navê Xezal li aliyê Tirkiyê, berê xwe dide Ermenîstanê, bi sînorparêzan re dipeyîve:  
Xezalê nuxiriyê daye du xwe
Hatîye xamê Delî Qazîyê
Û deyn sînorvan kiriye
Dûrve kiriye hewar û gazî:
“Ez Xezal im, êzdîya sîpkî
Qîza Îvo, xuşka Hesen, xuşka Ûsif
Kevanîka Hesenê Cemaldînî
Sînorçî, ez bextê te me
Tu ê cabekê ji min re bînî
Hesen sax e?
Ûsif sax e?
Kidê sax e?
Gelo li wan dera dikin
Pirsa halê xweyînga xwe?”  

Piştî koçkirina êzdîyan yek ji wan rengên mozaîk û pirrengînîya Qersê winda dibe, diçilmise. Gundên êzdîyan vala dibin. Yemençayir paşê dibe gundekî misilman. Gelek eşîrên mayî hatine ketine vî gundî. Seydoyî, Ezîzî, Dilxêranlî, Brukan û çend malên Celalî îro lê dimînin. Mezinê Yemençayirê yekî bi navê Ehmedê Biro bûye, gundîyan gelek behsa wî dikirin. Ji eşîra Ezîzî bûye. Qasî 70 mal vê gavê li Yemençayirê hene. Dema em ji gund derketin, me berê xwe da Qersê, dengê wî kesê dayîk-êzdî, dengê wî kesê şirîn û sempatîk, dengê Hemzê Huseynî dîsa dihate guhê min: “Bavo! Ez nexwaş im, serê min nexin belayê!” Van gotinan, her wisa jî 90 sal berê, sala 1918an dianî bîra min, sala sirgûnkirin û qirkirina kurdên êzdî, sala reva mezin û sala bavobavoyê!

Wê demê Heciyê Cindî 10 salî bû. Îsal çawa tê zanîn 100 saliya bûyîna folklornas û lêkolerê kurd Prof. Heciyê Cindî (1908-1990) li hemû cîhanê tê pîroz kirin. Ez vê nivîsa xwe bi vê minasebetê pêşkêşî 100 saliya bûyîna hemwelatiyê xwe Heciyê Cindî dikim  



[1] Frîda Hecî Cewarî, Heciyê Cindî (Jîyan û Kar), 2003, rûp.8-9.

[2] Frîda Hecî Cewarî, Heciyê Cindî (Jîyan û Kar), 2003. 

***


 

NOT 1: Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

NOT 2: Ger kesek bixwaze wêneyên arşîvî bikar bîne divê ji xwediyê wêneyan destûrê bixwaze.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Baydemîr: Min dixwaset li qilûbeyeke bijîm

ad

'Derman' binivîsin û peyameke bişînin

ad

‘Antolojîyê Şîîranê Zazakî’ veciya

ad

Kavala wekî berendamê Xelata Vaclav Havel nîşan dan

ad

Ji ber kurdiya li meclisê doz li Turk hate vekirin

ad

Dîmenên ji zivistana Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname