Diyarname
Di sala 1992'yan de berî kuştina zanayê kurd Apê Mûsa (Musa Anter) bi 6 mehan ji bo Mehmet Uzun şevek tê li dar xistin. Ew dîmenên wê şevê niha li ser tora civakî hatin parvekirin û gelek bal kişandin.
Apê Mûsa di cihek de cixareya wî di dest de, di cihek din de qelûna wî di dev de radibe dîlanê. Ew coşa wî gelek bal kişand. Her wiha di şevê de Dengbêj Kazo jî distrê û strana wî coşê dide Apê Mûsa û wî radike ser piyan. Ev dîmin ji aliyê gelek kesî ve di twîttirê de hatine parvekirin û ecibandin.