Diyarname
Enstîtuya Kurdî ya Stehbolê ku ev 10 sal in Xelata Ziman a Feqî Huseyn Sagniç ji bo bîrarîna Sagniç dide îsal xelatê dide Gerînendeyê Weşanê yê Kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk.
Feqî Huseyn Sagniç yek ji rêveberên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bû û di jiyana xwe de li ser ziman, wêjeyê ked dabû. Sagniç di 12'yê adara 2003'yan de wefat kir. Enstîtu jî ji bo bîranîna Sagniç di sala 2005'an de dest bi dayîna xelateke li ser navê Sagniç dide kes an saziyên ku ji bo ziman xebat kirine.. Bi rêzê Zana Farqînî (2005), Malmîsanij (2006), Şaredarê berê yê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş (2007), Azadiya Welat (2008), Ahmet Turk (2009), Kawa Nemir (2010), li ser navê girtiyên siyasî Hatîp Dîcle (2011), Miraz Ronî (Mulazım Ozcan) (2012), Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê (2013), Ronayî Onen (2014) ev xeyat girtin. Enstîtuyê îsal jî ji ber keda wî ya ji bo kurdî xelatê dide Suleyman Çevîk.
Kovara Nûbiharê ji sala 1992'yan ve weşana xwe didomîne. Suleyman Çevîk jî ji wê rojê de kedeke mezin ji bo vê kovarê dide. Her wiha Çevîk edîtorê Weşanên Nûbiharê ye jî.
Xelat di salvegera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku rastî 18'ê avrêlê tê ve dê bi merasimekê bê dayîn.