Diyarname
Di bûyera Licê ya îro kesek hat kuştin 10 birîndar hene. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak qala bûyerê kir.
Kişanak ku çawa bûyer bihîst ligel Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk û nûnerên saziyên sivîl ber bi Licê ve ket rê, piştî vegerê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gor daxuyaniya Kişanak bûyer wisa çêbûye:
“Gel bi pankarta “Em şer naxwazin” li gundê Hezan meşê dide dest pêkirin û çêkirina qereqola nû protesto dike. Gel çalakiya xwe ya protestoyî li dar dixe û dema vedigere leşker wekî li hedefê bidin gule ber wan didin. Di encamê de hemwelatiyekî me jiyana xwe ji dest dide. 3 jê xidar 10 birîndar hene. Hemû birîndar bi guleyê birîndar bûne. Yên ku çalakiya protestoyî li dar xistine hemû sivîl in, gundiyên bêçek in. Gule berdana bi ser gundiyan e qetlek e, hewldana qetilkirinê ye, provakasyoneke alçax e. Ji birîndaran yek birîna wî gelek xidar e. Gule ji singê wî ketiye hundir û ji aliyê paş de derketiye. Wekî li hedefê nîşan bigirin lêdane. Bi ser gelê me yê ku tekane armanca wan protestokirina çêkirina qereqolê bû gulebarandin helwdana qetlîamê ne, ne tiştek din e. Bila gelê me bi aram tevbigere û neyê provakasyonan. Lê divê ev jî bê zanîn dê hesabê vê kirina alçaxî bê pirsîn. Kesên ev êrîşa xwînî li dar xistin, yên ferman dane, yên ev provakasyon lidarxistine divê derkevin pêşberî dadgehê. Walî, qeymeqam, serleşker raste rast ji vê êrîşê berpirs in. Divê di cih de ew ji peywirê bêne girtin.
Ez ji Xwedê ji bo birê me Medenî Yildirim rehmê dixwazim, ji bo malbata wî û gelê me aramiyê dixwazim û ji bo birîndaran jî hêviya başiyê dikim. Bila gelê me û raya giştî ya demokratîk li hemberî vê qetlîama Licê pejinkar tevbigere.”
***
Nûçeya eleqedar:
- Li Lîceyê kesek hat kuştin, 10 birîndar hene