___Cemil Oguz___
Festîvala Fîlman a Stenbolê ku 11'ê mehê dest pê kir heta 22'yê mehê didome. Yek ji beşa girîng a festîvalê jî Beşa Belgefîlman e. Tam bi kemamî 20 belgefîlm têde hene ku yek jê jî bi kurdî ye.
Kêfa min ji belgefîlmên festîvalê re tê loma jî her sal miheqeq ez çendan jê temaşe dikim. Di van sê rojên ku festîval li dû xwe hiştin de ji bilî hin fîlman, min li çend belgefîlman jî temaşe kir. Belgefîlmên serketî hene. Em hinek li ser wan bisekinin.
"IŞIGIN HASADI"
Belgefîlmê bi navê "Işigin Hasadi" ji aliyê Esin Özalp Ozturk ve hatiye kişandin. Belgefîlm çîroka karkerên demsalê yên ku pîvazan didin hev girtiye dest. Karkerên ku piranî kurd in û piranî ji Rihayê çûne Anadoliya Navîn ji bo komkirina pîvazan di nav zor û zehmetiyan de de. Yek ji zehmetiya ku ew dijîn jî ronahî ye. Serê sibê zû diçin komkirina pîvazan, êvarê dema dibe tarî vedigerin konên xwe; lê elektrîk tune ye. Bi jenerator elektrîkê pê dixin lê dema jenerator xira bibin?
Derhêner Öztürk belgefîlmekî serketî, ji dil û germ saz kiriye. Belgefîlmên ku rojên 12 û 13'yê mehê di festîvalê de hat nîşandayîn, rewşa van karkerên kurd baş tê ziman.
"LI SER EWRÊN BI ASÎT"
"Li ser ewrên bi asît" belgefîlmê derhênerê îranî Alî Asgarî ye. Polîs bi ser mala wî de digirin, dest datînin ser amûrên wî, dest datînin ser kompîtur û hardîskên wî jî. Ew dibêje, "Ew dikarin barînanên min bibin, dikarin dest datînin ser hardîskên min, lê nikarin dest deynin ser bîra min, dilê min. Amûrê ku vê bîra min bigire tune ye. Ew bi min re ye."
Belgefîlm wisa dest pê dike û pere jî berê temaşevanan dide Tehrana ku asîmana wê her gewr e, tarî ye, jiyana wir a tarî.
Asgari ku li mal hatiye hepiskirin, li Îranê ketina vîzyonê ya fîlmên wî qedexe ye, lê ew hilberîna xwe li mala xwe be jî didomîne û dişine derveyî welatê xwe. Ev "Li ser ewrên bi asît" jî yek ji wan e. Belgefîlm 12'yê mehê hat nîşandayîn, yên bixwazin seansên wê rojên 16 û 17'ê mehê jî hene.
Di Beşa Belgefîlman de ji Tirkiyeyê û ji derveyî Tirkiyeyê 20 belgefîlmî cih girtine. Yên biyanî jî balkêş in.
Va ye temamê lîsteya belgefîlman
- Bir Garip Ruya Rengi / A Strange Colour of Dream / Derhêner Yasemin Akinci
- Gonullu / The Volunteer / Derhêner Munire Armstrong, Gelareh Kiazand
- Asit Bulutlarinin Uzerinde / Higher than Acidic Clouds / Derhêner Ali Asgari
- Fotoğraftaki Çocuk / Le Garçon / The Boy / Derhêner Zabou Breitman, Florent Vassault
- Anne(n) / Les miennes / (Y)our Mother /Derhêner Samira El Mouzghibati
- Sound Dreams of Istanbul / Derhêner Anil Erarslan
- Neukolln’un Orumcek Adami / Neukolln Spiderman / Derhêner Altay Erlik
- Bir Surgunun Not Defteri: Misina / The Diary of An Exile / Derhêner Mert Guncuer
- Biz Radyoyu Çok Sevdik / Radio, My Love /Derhêner Nazan Haydari, Ozden Cankaya, Cem Hakverdi
- Max Richter's Sleep / Derhêner Natalie Johns
- Fisildayan Duvarlar / Whispering Walls /Derhêner Eylem Kaftan
- Seva / Together /Derhêner Nesime Karateke
- Peaches Çildirdi / Peaches Goes Bananas / Derhêner Marie Losier /
- Oglumun İzinde / A Bicyclette Ride Away /Derhêner Mathias Mlekuz
- Vibe Istanbul / Derhêner Nefise Motlaq, Saeed Nasiri /
- Havva’yi Yazmak / Writing Hawa / Derhêner Najiba Noori, Rasul Noori
- Hadi, Baba! Yalla Baba! /Derhêner Angie Obeid
-Işigi Hasadi / Harvest of Light / Derhêner Esin Ozalp Ozturk
- Bayraklarin Altinda Guneş / Bajo las banderas, el sol / Under the Flags, the Sun / Derhêner Juanjo Pereira
- Dogma Buyume / Homegrown / Derhêner Michael Premo
- Bir Hayatin İzleri / The Man I Left Behind /Derhêner Larry Towell, Matthieu Rytz, Hubert Hayaud
Nûçeyên Eleqedar:
- Festîvala Stenbolê; fîlmên kurdî jî têde hene
- Nivîskar, derhêner Dag Johan Haugerud tê Festîvala Stenbolê
- Ji bo ‘Koprude Buluşmalar’ 8 proje hatin hilbijartin
- Festîvale emsar 'Amansiz Yol' restore kena
- Festîvala Fîlman a Stenbolê li benda berheman e
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.