Diyarname
Serokdewletê DYA'yê Joe Biden bi sondxwarinê dest bi peywirê kir. Kabîneya wî jî rengîn e.
Vane çend not:
- Cîgera Biden, Kamala Harris reşik e xalek mûhîm e.
- Sedî 50 endamên kabîneya Biden ji reşikan pêk tê. Di kabîneya Obama de ev rêje sedî 42 bû.
- Deb Haaland, Wezîra Karên Hundir, li ser çavkaniyên xwezayî xebitiye. Niha girîngî dide guherîna kişwerê.
- LIoyd Austin, Wezîrê Parastinê. Dema Biden Cîgirê Serokwezîr bû ew jî li Iraqê Serfermandarê Hêzên Amerîkayê bû. Di sala 2013'yan de bû Serfermendarê CENTCOM'ê ku ew bû yekemîn kesê reşik ku dibû serokê vê saziyê. Di sala 2015'an de diyar kir ku DYA piştgirî dide YPG'ê û ev yek parast.
- Antony Blinken, Wezîrê Karên Derve. Ligel Obama xebitî. Di polîtîkaya karên derve xwedî tecrubeya dehan salan e.
- Alejandro Mayorkas, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî. Yekemîn wezîrê bi eslê xwe ji Latînê ye û ewê bibe Wezîrê Koçberiyê.
- Avril Haines, Dîrektora Îstîxbarata Neteweyî. Di salên 2013-2015'an de Cîgiriya Serokatiya CIA'yê bû. Dûre bû Cîgira Şêwirwendiya Ewlehiya Neteweyî.
- Jake Sullivan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî. Ligel Wezîra Karên Derve ya berê Hillary Clinton kar kiriye. Di hevdîtinên ligel Îranê yên li ser nukleerê de sermuzarekerekar bû. Di sala 2012'yan de dema li Gazzeyê şerawestin çêbû, rola wî têde gelek bû. Ew alîkariya piştgiriya alîkariya ji bo YPG'ê dike.
- Janet Yellen, Wezîra Xezîneyê. Di dema Bill Clinton de Serokatiya Konseya Şêwrê ya Aboriyê bû. Di salên 2014-2018'an de Seroka FED'ê bû ku yekemîn jina seroka vê saziyê bû.
- John Kerry, Muzakerekarê Li Ser Kişwerê. Wezîrê Karên Derve yê berê bû.