Ferîd DEMÎREL*
Li gorî Rapora Koma Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya salên 2019 û 2020’an li seranserê cîhanê her roj 137 jin ji hêla malbatên xwe ve tên kuştin. Malbatên her ji sê jinan yekê istismara zayendî yan jî ya laşî li wan dikin.
Li her deverên cîhanê, dem bi dem îstatîstîkên bi vî awayî yên derbarê tundkariya mêran tên weşandin. Ji van îstatîstîkan em fam dikin ku bê ka mêr çiqas tundkariyê li jinan dikin. Çend jin di nava salê de rastî tundkariya mêran hatine, çend jin hatine kuştin, çend zarok û jin istismara zayendî li wan hatine kirin. Û tiştên din.
Em li Bianetê jî her meh Rapora Tundkariya Mêran amade dikin û diweşînin. Li gorî rapora me ya dawî li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, mêran di sala 2020’ê de herî kêm 284 jin kuştine, tecawiz li 96 jinan kirine, 818 jin mecbûr kirine ku karê seksê bikin, tacîz li 147 jinan kiriye, îstismara cinsî li 265 zarokan kirine. Mêran di 12 mehên sala 2020’an de, tundkarî li 792 jinan kiriye.
Li Başûr di 10 mehan de tundkarî li 8 hezar jinan bûye
Li başûrê Kurdistanê jî hikumet û dezgehên mafên jinan bi daxuyaniyan rewşa jinan û tundkariya li hemberî jinan, hejmara kuştinên jinan diyar dikin.
Qubad Talabanî, Alîkarê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo 25’ê Çiriya Paşiyê (Sermawez), Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundkariya li Ser Jinan, li ser hesabê xwe yê Facebookê vîdeoyek weşandiye û nivîsandiye ku di 10 mehên sala 2020’an de zêdetirî 8 hezar jinan serî li dezgehên fermî dane û gotine tundûtujî li wan hatiye kirin.
Birêveberiya Giştî ya Li Hemberî Tundkariya li Dijî Jinan û Malbatan a Herêma Kurdistanê di şeş mehên sala 2020’an de 3 jin hatine kuştin, 13 jinan xwe kuştiye, 26 jinan xwe şewitandine, mêran destdirêjiya seksî li 35 jinan kirine, hezar û 769 jinan ligel saziyên fermî gilî û gazindên istismarê kirine.
Li gorî hemû raporan, tundkariya li hemberî jinan li cîhanê, yek bi yek li welatan her diçe zêdetir dibe. Jin her roja ku derbas dibe bêhtir tên kuştin, istismara zayendî, tecawiz li wan tê kirin, karkeriya seksê ya mecbûrî bi wan tê kirin.
Lê li gorî saziyeke Başûr, her roja ku diçe li wî perçeyê welêt tundkariya li hemberî mêran zêdetir dibe. Yanî jin li wî parçeyî li mêran didin, wan îstismar dikin. Destdirêjî li wan tê kirin.
Daxuyaniya “Yekîtiya Mêran”
Di 2’yê Kanûna Paşiyê (Berfanbar) ya sala nû de li ser çend saziyên medyayê yên başûrê Kurdistanê nûçeyek hate weşandin. Sernivîsa nûçeyê ev bû:
“Yekitiya Zilamên Kurdistanê: Sala 2020 tundiya li dijî zilaman zêde bû”
Naverok jî wiha bû: “Yekitiya zilamên Kurdistanê ragihand, sala 2020 rêjeya tundiya li dijî zilaman zêde bû. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê Burhan Elî îro li Silêmaniyê ragihand, sala 2020 li Kurdistanê zilaman 553 gilî li dijî jinan tomar kirin. Burhan Elî her wiha da zanîn, sala 2020 91 haletên kuştin û xwekuştina zilaman hat tomarkirin, 20 zilam jî rastî destdirêjiyê hatin. Sekreterê giştî yê Yekîtiya Zilamên Kurdistanê anî ziman, 20 zilam jî rastî zeftkirina mûçeyê xwe ji aliyê hevjînên xwe ve hatine. Bi giştî li gorî salên berê rêjeya tundiya li dijî zilaman li Kurdistanê zêde bûye.”
Ev sazî di 15’ê Îlona (Rezbera) 2013(yan de hatiye avakirin. Ajansa Anadoluyê yekser nûçeyek li ser çêkiriye û ji devê avakarê vê saziyê armancên wê ragihandiye.
Di vê nûçeyê de Burhan Elî, Sekreterê vê Yekîtiyê gotiye, “Herî zêde jî rêxistinên jinan bertek nîşanî me dan. Hêj jî bi çavê dijminatiyê li me dinêhêrin."
Li cografyeke ku di 10 mehan de 8 hezar jinan gotiye mêran tundkarî li me kiriye, Elî li bendê ye ji ber vê helwesta xwe were pîrozkirin.
8 hezar jin… Ev amarên fermî ne. Em nizanin bê ka çend qatên vê hejmarê nikarin serî li saziyên fermî bidin û rewşa xwe eşkere bikin.
Di rewşeke wiha de gelo çiqas rastiya daxuyaniya vê saziyê heye?
Rojnameger Şaswar Mame ji bo vê rewşê wiha got: “Li gor nêrîna min ev ‘Yekîtiya Mêran’ ji bo armancên polîtîk hatiye avakirin. Dixwazin bi nîşandana hebûna tundiya li hember mêran, rojevê biguherînin û tundiya li hember jinan normalîze bikin. Dixwazin bibêjin ‘ev tundî ne girêdayî zihniyet û politikayê ye, ev girêdayî tundiya malbatî ye ku dibe mêr jî bike û jin jî bike.”
Baş e, medyaya kurdî çima xwe mecbûr dibîne ku cih bide daxuyaniyên bi vî rengî?
Şaswar Mame ji bo vê jî wiha dibêje: “Medyaya kurdî medyayek seksîst e, her tim bi vî awayî tevdigerin. Gelek rojevên wisa derdixin pêş. Û rastiyek jî heye li Başûr mêrsalarî di astek gelek bilind de ye, îslamîst be, lîberal be an nasyonalîst, muhafezekar be an modern hemû wekî hev difikrin ji bo mijara jinê.”
Tundkariya li hember jinan tundkariyeke sîstematîk e û bingeha wê ji sîstema baviksalarî/mêrsalarî tê. Kuştinên jinan kuştinên polîtîk in. Ev li Tirkiyeyê jî wiha ye, li Amerîkayê, Ewropayê jî û li Başûr jî wiha ye. Digel vê rewşê, tiştên din, berovacîkirina rastiyê ye û medya jî dibe amûr ku nerastî, tundkariya li hember jinan û kuştina jinan, îstîsmara li dijî zarok û jinan ji nû ve were avakirin.
Têbinî: Bîanet bi salan e li ser van têgehan û nûçegîhanên di van waran de kar dike û rêberan amade dike. Min û hevkarê min ê berê, Mûrat Bayramî jî me di sala 2019’yan de sûd ji van tecrubeyên Bîanetê wergirt û ji bo nûçegîhaniya zayendparêz, jinparêz, zarokparêz hem rêber amade kirin û hem jî ferhengokek bi tirkî-kurdî, kurdî-tirkî weşand. Kesên ku dixwazin nûçegîhaniya zarokparêz, zayendparêz, jinparêz bikin dikarin li van rêberan û vê ferhengokê binêrin û hem vê qadê berfirehtir bikin û hem jî li gorî van pîvanan nûçeyan binivîsin.
*Edîtorê Beşa Kurdî ya Bîanetê